Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Tîflîs, paytexta Gurcistanê di encama êrişa homofomîk ya li dijî meşa LGBTÎyan de rojnameger Aleksandr Laşkarava miribû. Rojnamegeran li Gurcistanê hedefgirtina rojnamegeran protesto kirine.
Rojnamegerên ku bertek nîşanî êrişan dane, pankartên li dijî hukumetê bi avahiya parlamentoyê ve kirine.
Li gorî nûçeya AAyê ji ber çalakiya rojnamegeran danişîna li parlamentoyê betal bûye.
Çi bûbû ?
Li Tîflîsê di 5ê Tîrmehê de meşa rûmetê ya LBGTÎyan wê pêk bihata lêbelê ji aliyê êrişkarên homofobîk meş hatibû astengkirin.
Di êrişên homofobîk de rojnameger jî bûbûn hedef. Di bûyeran de kameraman Aleksandr Laşkarava di serê xwe de brîndar bibû û piştî dermankirinê di 11ê Tîrmehê de miribû.
Di êrişan de zêdetirî 50 rojnameger brîndar bibûn. Hukumetê li cihê ku ewlekariya wan rêk bixe bi hinceta ewlekariyê meşa LGBTÎyan betal kiribû.(RT/AY)