Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Committee to Protect Journalists/ Komîteya Parastina Rojnamegeran(CPJ) nameyek vekirî ji Fahrettîn Altûn, Serokê Ragihandina Serokomariyê re nivîsiye û xwestiye reform di rêziknameya karta çapemeniyê de were kirin.
Di nameya ku îmzeya Gulnazo Saîd, Koordînatora Bernameya Asyaya Navîn û Ewropayê ya Komîteya Parastina Rojnamegeran li bine de ji Altûnî hatiye xwestin ku divê Tirkiye nêrîna xwe ya li ser rêziknameya karta çepemeniyê ji nû ve binirxîne. Divê dev ji zimanê êrîşkariyê yê ku li dijî rojnamegeran bikar tîne berde û bi rojnamegeran re diyalogeke avaker bide destpêkirin.
Di nameya de weha hatiye gotin:
“Di meha Nîsana borî de Şûraya Dewletê guhertinên ku di sala 2018an de di rêziknameya qerta çapameniyê de hatibû kirin betal kiriye û ji ber sedemên kêfî û nediyar destûr da ku kartên rojnamegeran bên betalkirin. Saziya we di meha Gulanê de rêziknameyeke nûkirî çêkir, lê saziyên medyayê yên herêmî careke din serî li dadgeriyê dan û gotin ku ew pirsgirêkên ji aliyê Şûraya Dewletê ve hatine destnîşankirin çareser nake.”
“Dev ji zimanê êrişkariyê berde”
“Em bang dikin ku divê hûn dev ji zimanê xwe yê êrîşkar yê li dijî rojnamegerên li Tirkiyeyê ne bikartîne berde. Li cîhê ku hûn li dadgehan li dijî rêxistinên rojnamegeriyê yê herêmî têdokoşin divê hûn ji bo pêkanîna rêziknameyekî nû hevkariyê bikin.”
“Divê reform di rêziknameya karta çapemeniyê de were kirin. Her weha tevahî rojnamegerên ku li gorî pîvanê ne divê bêyî ku li nêrîna wan a siyasî û saziyên wan were temaşekirin demildest kartên wan yên çapemeniyê bidine wan.”
(NO/AY)