Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
28em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, di doza êrîşa çekdarî a li ser rojnameger Can Dundarî de biryara xwe aşkere kiriye.
Mûrat Şahînê ku li ber avahiya Edliyeya Stenbolê gule bera Can Dundarî dabû û Yagiz Şenka, nûçegîhanê NTVyê birîndar kiribû, tevlî Sabrî Boyaci û Habîb Ergun Celepî di dozê de dihatin dadgehkirin.
Şahînî gotiye ku ew Sebrî Boyaciyî “ji taxê nas dike” lê Habîb Ergun Celepî nas nake. Şahînî her weha diyar kiriye ku wî bi xwe biryara êrîşî daye û wiha gotiye: “Çalakiya min li dijî Can Dundarî bû. Gule li dijî Can Dundar hatin bikaranîn. Lê ji ber ku kete navberê û gule pekiya, Yagiz Şenkal birîndar bû.” Şahinî xwest ku biryara beraetê ji bo wî bidin.
Dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û ji ber “bi çekê gefa kuştinê xwariye” sal û 8 meh, ji ber ku Yagiz Şenkal “bizanebûn birîndar kiriye” 7 meh û 15 roj cezayê girtîheyê li Şahînî biriye.
Her weha ji ku “Çeka bêdestûrname li ser wî hatiye girtin” 10 meh cezayê girtîgehê û 500 lîre cezayê pereyan, li ser hev 3 meh û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê û 500 lîre cezayê pereyan li Şahînî biriye. Heyeta dadgehê her weha biryar daye ku biryarê aşkere nekin.
Bi sedema ku delîl peyda nekirine, Sabrî Boyaci û Habîp Ergun Celebî jî beraet kiriye.
Li gorî vê encamê wê Mûrat Şahînê ku êrîşê Can Dundarî kiriye û Yagiz Şenkal ji lingê wî birîndar kiriye, neyê girtin.
Çi bûbû?
Rojnameger Can Dundar di 6ê Gulanê de dema ji ber nûçeya TIRên MITê dihatin dadkirin û navber dane rûniştina dozê li ber derê dadgehê rastî êrişa çekdarî hatibû. Di encama wê êrişê de tiştek bi Dundar nebû lê guleyek li çokê nûçegihanê NTVê Yagiz Şenkal ketibû.
Piştî gulereşandinê, Mûrat Şahinê êrişkar hatibû desteserkirin û piştre hatibû girtin.
Piştî bûyerê bi du rojan yek jê bi tohmeta ku “êrîşkar lê sor kiriye” û yê din jî bi tohmeta ku “dîdevanî” kiriye du bergûman hatibûn girtin. Lê Sabrî Boyaci û Habîp ergun Celep piştî îfadeyên xwe li dozgerî û dadweriyê dabûn, serbest bûbûn.
Dozgeriyê îdianame amade kiribû û ji ber tohmeta ku “kesek bi zanebûn birîndar kiriye, bi çekê gef xwariye, çeka bêdestûrname li ser xwe gerandiye û heqaret kiriye” Mûrat Şahîn ji 4 salan heta 12 sal û 10 mehan cezayê girtîgehê were cezakirin. Her weha xwestibû ji ber êrîşkar lê sor kiriye Sabrî Boyaci û Habîp Ergun Celep jî bi tohmeta “hewldana birîndarkirinê ya bi zanebûn û gefxwarina bi çekê” ji 2 sal û nîvan heta 6 sal û 6 mehan werin cezakirin.
28em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di danişîna 21ê Çiriya Pêşiyê ya 2016an de biryara tehliyeyê ji bo Mûrat Şahînî dabû. Di danişîna 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2018an de jî bi tohmeta “birîndarkirina bi çekê”, beramberî 270 rojan cezayê pereyan lê birîbû. Her weha ji ber sekna wî ya li dadgehê ew ceza daxistibû 225 rojan. Heyetê xwestibû ku 4 hezar û 500 lîreyê lê hatiye birîn, Şahîn bi 20 teqsîdan bide.
Her weha 10 meh cezayê girtîgehê ji ber “çeka bêdestûrname li ser xwe gerandiye” li Şahînî birîbû. Heyeta dadgehê bersûcên din beraet kiribû.
Yagiz Şenkal, Nûçegîhanê NTVyê yê di dema êrîşê de birîndar bûbû, li dijî vê biryarê derketibû. Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî qebûl nekiribû û xwestibû dadgehkirin ji nû ve pêk were.
(HA/FD)