Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC) kesên hêjayî “Xelatên Azadiya Çapemeniyê” dîtine aşkere kiriye. TGC ji sala 1989an û vir ve van xelatan dide. Komeleyê îsal Bulent Kiliç û Tolga Şardan hêjayî "Xelata Azadiya Çapemeniyê" dîtiye. Di warê saziyan de jî wê xelatê bidin Yekîtiya Doktoran a Tirkan û Pêkhateyên Berxwedana Demokratîk ên Zanîngeha Bogaziçiyê.
Lijneya Hilbijartinê ya Xelatên Azadiya Çapemeniyê yên 2021an 5ê Tîrmehê li avahiya TGCyê kom bûye. Îsal Adnan Ozyalçiner (Serokê Sendîkaya Nivîskaran a Tirkiyeyê), Altan Oymen (Yek ji endamên payebilind ê TGCyê, Serokê Lijneya Rûmetê yê TGCyê, Nivîskar), Kenan Kocaturk (Serokê Yekîtiya Weşangeran a Tirkiyeyê), Nazan Moroglû (Alîkara Serokê Baroya Stenbolê), Prf. Dr. Nûrçay Turkoglû (Profesora Zanista Ragihandinê), Tûgrûl Eryilmaz (Nivîskarê T24ê- Nûnerê xelatgirên berê), Tûrgay Olcayto (Serokê TGCyê) û Zeynep Oral (Seroka PENa Tirkiyeyê) endamên lijneyê bûne.
Altan Oymen bûye serokê lijneyê, Sîbel Guneş jî katib.
Ji ber ku ‘nûçeyên derbarê bûyerên edliyeyan yên hikûmetê hewla veşartina wan dikir kirine nûçe û ew gîhandine xwendevanan’, endamên lijneyê Tolga Şardan, nivîskarê T24ê hêjayî Xelata Azadiya Çapemeniyê dîtine.
Her weha li ser navê wan ‘nûçegîhan, nûçegîhanên fotografên nûçeyan û kameramên bi hezar zehmetiyî û li beramberî binpêkirina ewlehiya canê xwe û astengiyan hewl didin rojnaemgeriyê bikin’ heman xelat dane Bulent Kiliç, nûçegîhanê fotografan ê AFPyê jî.
Ji ber “têkoşîna wan a ji bo mafê gel ê bidestxistina nûçe û zanyariyan, yê fêrbûna rastiyan, bikaranîna azadiya xweîfadekirinê, xweseriya akademîk û yê tenduristî û perwerdeyê” xelat dane Yekîtiya Doktoran a Tirkan û Pêkhateyên Berxwedana Demokratîk ên Zanîngeha Bogaziçiyê.
TGC her sal xelatan di 24ê Tîrmehê, Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê de belav dike. Lê îsal ji ber 24ê Tîrmehê Cejna Qurbanê ye, wê dîroka xelatdayînê paşê aşkere bike. (HA/FD)