Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna doza 22 rojnamegerên di dema serdegertina Ozgur Gundemê de hatibûn desteserkirin, li 5em Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê dewam kiriye.
Polîsan bi ser Ozgur Gundemê de girtibûn û 22 rojnameger desteser kiribûn. Rojname di encama Biryarnemeya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.
Dozgerî bi îdiaya ku rojnameger “li ber karê desteserkirinê yê polîsan bûne asteng” xwestiye heyeta dadgehê ceza li wan bibire.
Parêzerên rojnamegeran daxwaza lêkolîna pisporan kiriye
Ozcan Kiliç, parêzerên rojnamegeran gotiye ku tawanên heyî ne rast in û ji ber wê jî divê pispor lêkolînê li ser vîdeoyê bike ku roja bûyerê hatiye kişandin.
Kiliçî gotiye ku wê rojê ew jî li cem rojnamegeran bû û wiha dewam kiriye: “Wê rojê ez jî li cihê bûyerê bûm. Weke rojnamegeran derb li min jî dan. Li vir îdiayeke berovavî vê rewşê heye. Ev bi tena serê xwe li dijî rastî û ji hêla madî jî li dijî hiqûqê ye. Dema hûn, dozger li CDya behsa rewşê dike, temaşe bikin, hûnê bibînin bê ka rastî çiye.”
Paşê heyeta dadgehê ji bo parêzer bikaribin li dijî daxwaza dozgerî paraznameyên xwe amade bike, biryar da ku dadgehkirin 23ê Çiriya Paşiyê dewam bike.
Çi bûbû?
8em Dadgeha Aştî û Cezayî ya Stenbolê di 16ê Tebaxa 2016an de rojnameya Ozgur Gundemê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê dike” girtibû. Di biryarê de digel ku gotibû biryara girtinê “demkî ye” lê nehatibû diyarkirin bê ka wê heta kengî girtî bimîne.
Piştî girtina rojnameyê bi demeke kurd, polîsên tîmên taybet, girtibûn ser avahiya rojnameyê ya li Beyoglûyê. Polîsan li nasnameyên hin xebatkaran nêrîbû û ew serbest kiribûn lê 22 kes desteser kiribûn.
Rojnameger û medyakar sê rojan desteserkirî mabûn û bi îdiaya ku “heqaret li karmendên dewletê kirine” û “li ber karkirina karmendên dewletê bûne asteng” îdianame ji bo wan hatibû amadekirin.
Dadgehkirinê di 9ê Sibata 2018an de destpê kiribû. Rojnamegeran gotibû 7 saetan destên wan li paş wan kelemçekirî hatine rawestandin, dijûnên nîjadperest ji wan re gotine, gefa tecawizê li rojnamegerên jin xwarine. Di her danişînê de parêzeran daxwaza telefonên rojnamegeran kiribûn ku polîsan dest danîbûn ser wan. Dadgehê ji Midûriyeta Emniyetê ya Beyoglûyê û Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê re nivîs şandibûn lê nehatibû zanîn bê ka telefon li ku ne. (HA/FD)