Fotograf: Sedat Elbasan
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziyên rojnamegeriyê û yên azadiya xweîfadekirinê bertek dane tundkariya polîsan a li ser Bulent Kiliç, nûçegîhanê fotoyan ê AFPyê a di dema Meşa Rûmetê ya Stenbolê de û midaxeleya polîsan a li ser rojnamegerên din.
Platforma Parastina Ewlehiya Rojnaemgeran û Rojnamegeriyê ya Konseya Ewropayê êrîş weke ragihandina lezgîn di rûpela xwe de weşandiye.
Renan Akyava, Koordînatora Programa Tirkiyeyê ya Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) gotiye, “Desteserkirina hovanê ya Bulent Kiliçî ya di dema çêkirina nûçeya Meşa Rûmetê de, mînaka herî vekirî ya bikaranhina hêza bêpîvan a polîsan bû.”
Akyavaşê diyar kiriye ku nabe ji ber tundiya polîsan ewlehiya ti rojnamegerî bixin nav metirsiyê û piştgiriya xwe bi Kiliçî re daye xuyakirin.
RSF: Wezareta Navxweyî piştgiriya tundkariyê kir
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) jî li ser Twitterê derbarê tundkariya li Kiliçî bûye de wiha nivîsandiye: “Ji ber gotina Mehmet Ersoy, Alîkarê Wezîrê Karûbarên Hundirî ya aşkere piştgiriya vê tundiyê dike, hêrsa me rabû ku gotiye “Desteserkirina kesên li dijî polîsan derdikevin a di dema xwenîşandanên bêdestûr de ne zordarî ye.” Ev mînaka wî tiştî ye ku bê ka ev tundkarî û bêcezahiştin çawa bûye rêzik.”
CPJ: Mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamegeran heye
Gulnoza Said, Koordînatora Programa Ewropa û Asyaya Navîn a Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) jî gotiye, divê rayedarên Tirkiyeyê, bi berfirehî lêpirsîna hemû polîsan bike ku tevlî bûyera desteserkirin û tundkariya li Bulent Kiliçî bûne. Saîdê wiha dewam kiriye: “Divê rayeradên li Tirkiyeyê qebûl bikin ku mafê rojnamegeran heye li qadan nûçeyan çêbikin û ji bo polîs rojnamgeran tacîz nekin detbîrên berbiçav bistînin.”
Article 19: Divê tundiya polîsan bidawî bibe
Sarah Clarke, rayedara Article 19ê jî gotiye ku tundkariya polîsan a li dijî xwenîşandarên Meşa Rûmetê ya hatiye astengkirin û ya li dijî polîsan metirsîdar e.
Clarke-ê wiha dewam kiriye:
“Rayedarên Tirkiyeyî ji bo civaka sivîl a li welêt bifetisîne, tundkariyeke zêde bikar tînin. Divê tundkariya polîsan a li dijî protestoyên aştîyane bidawî bibe. Civaka navnetewî li cem xwenîşandarên Stenbolê ye ku li dijî bêdengiyê derdikevin.”
Rojnameger îro wê li sê bajaran tundkariya polîsan protesto bikin
Rojnameger û saziyên rojnamegeran wê desteserkirin û tundkariya polîsan di dema Meşa Rûmetê ya li dijî Bulent Kiliçî kirine û hewldanên desteserkirinê yên çendîn rojnamegeran li sê bajaran protesto bikin.
Rojnameger li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê wê li ber avahiyên Walîtiyan civînên çapemeniyê pêk bînin. (HA/FD)