Fotograf: Ozan Acıdere
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê li ser girtina Bulent Kiliç, nûçegîhanê fotoyên nûçeyan yê Agence France Press (AFP) yê daxuyaniyek weşandiye. Kiliç dema Meşa Rûmetê dişopand, polîsan tundî lê kiribûn û ew desteser kiribûn. Emniyetê di daxuyaniyê de gotiye, piştî Kiliç birine Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Beyoglûyê, pê derxistine k u ew rojnameger e.”
Midûriyetê di daxuyaniyê de wiha gotiye:
“Ji bo xwenîşandan û meşa dijyasayî ya komên LGBTIyan plan dikir li Kolana Îstîklalê û derdora Abîdeya Komarê ya Taksîmê pêk bînin, Qaymeqamiya Beyoglûyê di 26ê Hezîrana 2021an de biryara qedexeyê ji bo rojekê daye. Erkdarên me komên LGBTIyan ên li dijî biryarê derketine û di meşê de israr kirine, gelek caran hişyar kirine.
“Lê digel hemû hişyariyan 46 kesên ji nava komên li ber erkdaran rabûne hatine zeftkirin û jêpirsîn û lêpirsîna wan hatiye kirin.
“Mixabin hatiye famkirin ku tevlî kesên di dema astengkirina xwenîşana dijyasayî de ji ber li dij derketine hatine desteserkirin Bulent Kiliç, endamê çapemeniyê jî heye. Piştî ku endamê çapemeniyê yê navborî di dema karên yasayî dihate kirin de gotiye ew endamê çapemeniyê ye û ew giliyê karmendên navborî dike, îfadeya wî hatiye wergirtin û serbest bûye.”
Kiliç: Xwestin min bikujin
Bulent Kiliç, roja şemiyê piştî serbest bû, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha gotibû: “Xwestin min bikujin, xwestin bêhnê li bin biçikînin, Ez ê hesab ji kesê ev tişt anî serê min, li Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, êdî her li ku be, li Cîhanê li kîjan dadgehê be ez ê hesap jê bipirsim, heta roja emrê min hebe ez ê wê li dadgehê hesab bide. Wê nemîne ji axîretê re.”
Kiliçî mesajeke din weşandibû û gotibû: “Ew nebaşiya ku Metîn Goktepe li salona Sporê ya Eyupê kuşt, îro pê li stûyê min kir û xwest ez bê bêhn bimînim lê bi ser neketin. Bila sax bin, gel li rojnamegerê xwe xwedî derket. Hemû dost ketin nava seferberlikê. Ne ewqas hêsan e. Hê karê ku em bikin heye.” (HA/FD)