Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsekî li ber avahiya Edliyeya Rihayê nehiştiye ku Emrûllah Acar, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê çalakiya malbata Şenyaşarî bişopîne. Emîne Şenyaşar û kurê xwe ji ber ku xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) du kurên wê û hevjînê wê kuştiye û kurekî wê jî girtiye, ev demeke li ber avahiya edliyeyê çalakiya “nobeta edaletê” li dar dixe.
Di 106em roja çalakiya malbata Şenyaşarî de, polîsê hatiye ber avahiyê, çûye gef li Acarî xwariye ku li derveyî bexçeyî sekinibû û ew ji wir bi dûr xistiye.
Polîshi bi tundî ji Acarî re gotiye, “Xebateke rojnamegeriyê li holê nîne, dûr bikeve, heke ez bibînim tu dîmenan bigirî, ez ê te desteser bikim.”
Digel ku Acar li derveyî avahiyê bûye, polîsî gotiye “ev der sînorê edliyeyê ye” û milê wî li paş wî ba daye, hewl daye telefona wî jê bistîne. Piştî midaxeleyê polîsî Acar derxistiye wi derveyî blokên beton ên li ber edliyeyê.
Adliye önünde adalet arayan Şenyaşar ailesini takip eden üyemiz MA muhabiri Emrullah Acar'ın görev yapması tehdit ve hakaretlerle engellenmiştir. Görüntüde yer aldığı şekilde polis suç işlemiştir. pic.twitter.com/6uaRNmruHm
— DİSK Basın-İş (@Disk_Basin_is) June 22, 2021
DISK Basin-Iş: Destê xwe ji nava karê me bikişînin
Disk Basin- Işê piştî vê rewşê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî polîsî daye û wiha gotiye:
“Em ji wî polîsê ku dibêje ‘Xebateke rojnamegeriyê li holê nîne, dûr bikeve, heke ez bibînim tu dîmenan bigirî, ez ê te desteser bikim’ re em dibêjin, dest destê ji nava karê me û endamê me bikişîne, çapemenî serê xwe ji kesî re natewîne.” (HA/FD)