Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Her sê polîsên ku bi gotinên “Êdî wê tiştek ne weke berê be, em ê rê we bidin” tundkarî li Beyza Kûral, nûçegîhana berê ya bianetê kiribûn, îro cara pêşiyê hatine dadgehkirin.
Dadgehkirina polîs K.A., N.D. û Y.Ş.yî li 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye. Her sê polîs ji ber “binpêkirina ji azadiya karkirinê” û li gorî xala 117/1 û 119/1-eyê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) tên dadgehkirin.
Polîsên bersûc îro xwe parastine.
Bixwîne - Polîsên tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiribûn wê werin dadgehkirin
Y.Ş.yî gotiye: “Di hîyerarşiyê de ez di asta herî jêr de me. Ji ber bûyerên terorê yên wê salê em di nava wan de bûn, min ew gotin kirin. Ne li dijî Beyza Kûralê bûn. Bi ti awayî min ew kaş nekir.”
Merîç Eyûboglû, parêzera Kûralê got ku Kûralê gotiye “Ez çapemenî me” lê Y.Ş. lê zîviriye û gotiye “Êdî wê tiştek ne weke berê be, em ê rê we bidin.”
“Min got ez rojnameger im û min karta xwe nîşan da”
Beyza Kûralê jî gotiye, dema wê bûyer dişopand, polîsek hatiye jê pirsiye ka ew rojnamegere yan na, piştî pesend kiriye, ji cem wê çûye.
Li gorî ku Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Punto24 Şopandina Dozan ragihandiye, Kûralê wiha dewam kiriye: “Dema min dîmenên wî xwendekarî digirt ku polîsan ew xistibûn erdê û zeft kiribûn, çend sivîlên cilûbergên medeniyan li ser wan bûn bi tund ez dehf dam û ji wir bidûr xistim. Min got ez rojnameger im û min karta xwe nîşan da. Di vê esnayê de kemaraya min a di stuyê min de, bi berdewamî dîmen tomar dikirin.”
Dozgerî dozê xwestiye ku lêpirsîn berfirehtir bibe û gotiye “biryar a dadgehê ye.” Serokê heyeta dadgehê bi sedema ku di îdianameyê de nîne, daxwaza dana îfadeya polîsên bersûc a ji ber gefxwarin û derblêdanê, qebûl nekiriye.
Dadgehkirin wê di 24ê Îlona 2021an de dewam bike.
Çi bûbû?
Polîsan di 6ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de dema xwendekaran li Beyazita Stenbolê Lijneya Bilind a Hindekariyê (YOK) protesto dikirin, xwestin Beyza Kural, nûçegîhana bianetê desteser bikin. Her weha xwestibûn destê wê li paş wê kelemçe bikin.
Di vê navberê de polîsekî bi dengekî bilind got “Wê êdî ti tişt nebe weke berê, em ê vê nîşanî we bidin.” Li ser midaxeleya rojnamegerên din Kural serbest bûbû.
Beyza Kuralê giliyê polîsan kiribû lê lêpirsîna wan nehatibû kirin û dadgehan bi sedema ku “erka xwe ya bikaranîna tundiyê derbas nekiriye” serlêdana Kuralê qebûl nekiribûn.
Dadgeha Desthura Bingehîn di biryara xwe de diyar kiribû ku karta saziyê ya zer a rojnamegeriyê di stuyê Beyza Kuralê de bûye û kamerayan liv û tevgerên polîsan qeyd kiriye.
Dadgehê her weha diyar kiribû ku polîsan Kural asteng kirine û nehiştine ew karê xwe yê pîşeyî bike.
(AS/FD)