Fotograf: Evrensel
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Îstînafê ango 3yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê biryara dadgeha herêmî ya derbarê rojnameger Sabîha Temîzkanê de qebûl nekiriye. Temîzkanê di sala 2014an de li ser hesabê xwe yê Twitterê “Kampa Mexmûrê ketiye destê DAIŞê…” nivîsandibû û parve kiribû. Dadgeheke herêmhi bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî bû. Dadgeha Îstînafê ev biryar red kiriye û biryara beraetê ji bo Temîzkanê daye.
Dadgehê her weha biryar daye û gotiye, mesrefa ku Temîzkanê li parêzeran kiriye, bi şûn de bidine wê.
Temîzkanê biryara Dadgeha Îstînafê ji bianetê re wiha şîrove kir: “Di roja me de mixabin rojnameger ji ber nûçeyên xwe her tim tên dadgehkirin. Ev jî yek ji wan bû. Tweeteke min a ku min beriya 6 salan weşandibû bûbû mijara dadgehkirinê. Dozeke ku diviya qet nebûya. Bi biryara Îstînafê tiştê ku diviya biba, bû. Hêvî dikim ku hemû rojnamegerên li girtîgehan, hevalên min ên ji ber nûçeyên xwe tên dadgehkirin, beraet bikin. Rojnamegerî ne sûc e. Em ê di vî karî de berdewam bin.”
Çi bûbû?
Sabîha Temîzkanê di 7ê Tebaxa 2014an de li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandibû: “Kampa Mexmûrê ketiye destê DAIŞê, HPGyê gotiye ku ew ê heta dawiyê Başûrê Kurdistanê biparêzin.” Piştî weşandina vê tweetê bi 6 salan bi tohmeta ku “dijminatî û kîndarî di nava gel de çêkiriye” bang li Temîzkanê kiribûn ku îfadeya xwe bide.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê di Nîsana 2020an de bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” îdianame amade kiribû.
Li 35em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 4 danişîn pêk hatin. Di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Temîzkanê birî bû.
Ji ber ku di danişinên berê de Temîzkanê gotibû ew naxwaze aşkerekirina biryarê were taloqkirin, heyete aşkerekirina biryarê taloq nekiriye. Temîzkanê serî li 35em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dabû û xwestibû biryarê temyîz bike. (HA/FD)