Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Sedat Peker, serokê koma mafyayê behsa kuştina rojnameger Ugur Mumcu û Kutlu Adaliyî kir û Mehmet Agar weke failê her du kuştinan nîşan da, Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), DISK Basin-Îş û Rojnamegerên Sînornenas (RSF) daxuyanî daye.
TGSyê li ser li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotiye: “Em dixwazin lêpirsîna îdiayên derbarê kuştina Mumcu û Adaliyî bibe. Em dixwazin bergûman werin dadgehkirin. Em bang li dozgeran dikin ku wezîfeya xwe bikin. Bila ew ber were kişandin û dîwar hilweşe.”
DISK Basin-Îş: Me her gavê ji kujeran re got kujer
DISK Basin-Îşê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye: “Me her gavê failên van kuştinan digot. Me her gavê ji kujeran re got kujer. Kujerên Ipekçiyî, Mumcuyî, Goktepeyî, Adaliyî, Dinkî, Anterî heman kes in. Niha ji hundiro îtîraf tên kirin. Êdî her kesê ku bêdeng bimîne wê bibe şirîkê sûcdaran.”
RSF: Bila lêpirsîna daxuyaniyan were kirin
Erol Onderoglû, Nûnerê RSFyê li Tirkiyeyê wiha gotiye: “Bila lêpirsîna wan daxuyaniyên Sedat Pekerî were kirin ku derbarê kuştina Ugur Mumcu û Kutlu Adaliyî de ne. Ew kuştin ku di salên 90î de dihatin veşartin an jî ev 30 sal in çavê xwe ji wan kesan re digirin ku kuştina rojnamegeran dane kirin.”
Sedat Pekerî çi gotiye?
Pekerî di vîdeoya xwe ya heftan de gotiye “Li gorî nêrîna min Ugur Mumcu şehîd e. Çima hate kuştin? Dema hate kuştin li wan nivîsên wî binêrin. Li herêmên terorê her erdên heşîşê hene û bazirganiya çekan. Dema şehîd ket kî bû yê ku cara pêşiyê hate ba wî? Mehmet Agar. Yê ku pêşiya her kesî tê kujer e. Û ji hevjîna wî re dibêje: Heke ez berekî ji vir bikişînim wê dewlet were xwarê.”
Pekerî behsa kuştina rojnameger Kutlu Adaliyî jî kiriye û îdia kiribû ku komeke bi Mehmet Agar-Korkut Ekenî ve girêdayî Adali di sala 1996an de kuştiye.
(HA/FD)