Fotograf: CPJ
Dadgeha Bilind ya Herêma Kurdistanê cezayê rojnameger Guhdar Zebarî, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîmî û çalakvanên Behdînanê pesend kiriye. Dadgeha Cezayê Hewlêrê di 16ê Sibata 2021ê de 6 sal cezayê girtîgehê li Guhdar Zebarî, Şêrwan Şêrwanî, Eyaz Kerîmî û çalakvan Harîwan Îsa û Şivan Seîdî birî bû.
Dadgeha Bilind duh biryara xwe aşkere kiriye û gotiye ku biryara Dadgeha Sûc a Hewlêrê raste û li gorî yasayan e.
Bixwîne - CPJ: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojnameger Şerwanî û Zebariyî azad bike
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Dadgeha Bilind di biryarnameya xwe de diyar kiriye ku 5 kesan kar ji bo lêdana cihên hestyar ên herêmê û ziyangihandina Herêma Kurdistanê kirine û cezayên xwe jî li ber dadwerê lêpirsînê itiraf kirine ku ji bo vê armancê komekê ava bikin.
Dadgeha Bilind bi peregirtina ji Konsolxaneya DYA û Almanyayê tohmet kiriye
Herwiha Dadgehê bi biryara xwe de rojnameger û çalakvan bi kombûna li gel konsoloxaneyên DYA û Almanyayê û peregirtina ji wan tohmet kiriye.
Parêzeran nerazîbûn nîşan daye
Piştî Dadgeha Dadgeha Bilind cezayê rojnameger û çalakvanên Behdînanê erê kiriye, parêzerên van kesan li ber Dadgeha Hewlêrê civiyane û daxuyaniyek dane çapemeniyê.
Beşar Hesen, li ser navê komê axiviye û gotiye; “Desteya Cezayan a 2yan li Dadgeha Bilind ji 5 endaman sê endaman îmze avêtine binê biryara cezakirina girtiyên Behdînanê. Ev jî wê yekê derdixe ku eger du dadwerên bi ezmûn bawerî bi van tometên li pişt girtiyan ne anîne û îmze li ser nekirine, wê gel çawan bawerî bi van tometan bîne.”
CPJ: Hikûmet bila rojnamegeran azad bike
Piştî ku Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê biryara xwe aşkere kir, Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û xwestiye ku hikûmet rojnamegeran azad bike.
CPJyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku bi pesendkirina cezayê rojnmegeran re “Derketiye hoê ku gotinên Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê yên qaşo bi azadiya çapemeniyê ve girêdayî ne, vala ne.”
Ignacio Miguel Delgado, Nûnerê CPJyê berpirsê Afrîkaya Bakur bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye da ku rojnamegeran demildest azad bikin û tohmetên li dijî wan bixînin, her weha dest ji tacîzkirina medyakaran berdin.
Konsolxaneya DYA û Wezareta Almanyayê jî daxuyanî dane
Konsolxaneya DYAyê di daxuyaniya xwe de gotiye, ew li bendê ne hikûmetên li çar aliyên cîhanê rêzê nîşanî dîplomatên amerîkî bidin ku ji bo xebatên xwe bikin bi rojnamegeran re dicivin.’
Wezareta Karûbarên Derve yâ Almanyayê bi daxuyaniyeke nivîskê behsa biryara Dadgeha Bilind kiriye û gotiye li gorî çavdêrên pêbawer, di pêvajoya dadgehkirinê de gelek kêmasiyên yasayî hebûne.
Wezaretê diyar kiriye ku ji ber piştî du roj li ser Roja Azadiya Çapeminiyê re boriye, ev biryar hatiye dayîn û ev jî metirsiyan li ser azadiya xweîfadekirin û azadiya çapemeniyê ya herêmê çêdike.
Wezarata Almanyayê di dewamiyê de bal kişandiye ser biryara Dadgeha Bilind ku gotiye, rojnameger û çalakvan li gel Konsolxaneyên DYA û Almanyayê civiyane û pere ji wan wergirtine. Wezaretê ji bo vê jî gotiye, “Danûstandinên bi rojnameger, çalakvan û civaka sivîl re yek ji karên rojane yên dîplomatên li seranserê cîhanê ne. Biryara Dadgehê berovajî wan têkiliyên dostane û nêzîk e ku demeke dirêj e di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq û Almanyayê de heye.”
Çi bûbû?
Di 16ê Sibata 2021ê de Dadgeha Cezayan li Hewlêrê rojnameger Şerwan Amîn Şerwanî û Guhdar Zebariyî jî di nav de 6 sal cezayê girtîgehê li 5 kesan birî bû.
Dadgehê bi tohmeta Beşa 1em a Qanûna 21ê ya Qanûna Cezayan a Iraqê ya sala 2003yan binpê kirine ango “beşdarî wan çalakiyan bûne ku yekîtî, hevgirtin û serxwebûna welêt lawaz kirine”, ceza girtine.
Hêzên asayişê yên Herêma Kurdistanê Şerwanî û Zebarî di Çiriya Pêşiyê ya 2020an de desteser kiribûn û girtibûn.
Li gorî nûçeya NRT TVyê, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 10ê Sibatê daxuyaniyek dabû û rojnameger û çalakvanên medenî yên di sala 2020an de li Duhok û Hewlêrê hatibûn desteserkirin, bi sîxuriyê tohmet kiribû.
NRTyê di nûçeyeke din de ragihandiye, Rojnamegerên Sînornenas (RSF) roja duşemê (15ê Sibatê) daxuyaniyek weşandibû û ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwestibû ku tohmetan betal bike.
Rojnewsê duh ragihandibû ku li bajarê Hewlêrê yekem rûniştina 17 dersdar, aktivîst û rojnamegerên li Herêma Behdînanê hatibûn desteserkirin, pêk hatiye. Ji vane dosya her yek Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî şandibûn Dadgeha Lêkolînê.
Duh dadgehekirina Şerwan Şerwanî, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem, Şivan Seîd û hevalên wan bi dawî bûye. Dadgehê 6 sal bi ser 5 rojnameger û mamostayan de biribû. (FD)