Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG)yê rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha Nîsanê aşkere kiriye.
Komeleyê bal kişandiye ser rewşa rojnaemgeriya Tirkiyeyê û gotiye ku “Rojnameger hê jî tên binçavkirin û girtin, lêpirsîn û doz li wan tên vekirin û cezayê girtîgehê li wan tê birîn. Bi van pêkanînan ne tenê kedkarên çapemeniyê, lê bi tevahî rojnamegerî bixwe tê hedef girtin.”
DFGyê di raporê de cih daye daneyên derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran ku di meha Nîsanê de pêk hatine. Li gorî van daneyan di meha Nîsanê de hêzên asayişê 9 rojnameger desteser kirine. Di çar bûyeran de hêzên asayişê nehiştine rojnameger bûyeran bişopînin. Lêpirsînname ji bo du rojnamegeran amade kirine, doz li 5 rojnamegeran vekirine û 60 rojnameger dadgeh kirine.
DFGyê diyar kiriye ku li girtîgehan mafê rojnamegerekî/ê binpê bûye, Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) ceza li 5 kanalên tvyê an jî radyoyan biriye. 19 nûçe û 17 malper asteng bûne û heta 5ê Nîsana 2021ê 70 rojnameger girtî ne.
“Dixwazin rojnamegeriya alîgir biafirînin”
DFGyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Berî du rojan 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bû. Lê belê bi dehan hevalên me, ev roj di girtîgehan de pêşwazî kir. Daneyên di rapora me de jî ne azadiyê, lê zext û neheqiyan nîşan didin. Di tabloyeke wiha de, ne pêkan e behsa azadiya çapemeniyê bê kirin. Rojnameger hê jî tên binçavkirin û girtin, lêpirsîn û doz li wan tên vekirin û cezayê girtîgehê li wan tê birîn. Bi van pêkanînan ne tenê kedkarên çapemeniyê, lê bi tevahî rojnamegerî bixwe tê hedef girtin. Armanca wan ewe ku li şûna ragihandina rast, rojnamegeriya alîgir biafirînin; çapemeniyê ne ji bo civakê, lê ji bo propagandaya desthilatê bi kar bînin.
“Midûriyeta Giştî ya Emniyetê çend roj berê bi giştînameyekê geveke din a astengkirina çapemeniyê avêt. Giştîname di çalakiyan de kişandina wêne û dîmenan qedexe dike. Wek hincet jî ‘îhlalkirina jiyana taybet a polîsan’ hat nîşandan. Em dixwazin bipirsin; ‘cihgirtina di çalakiyan de çawa dibe jiyana taybet?’ Em dixwazin bi bîr bêxin ku beriya niha qeydên deng an jî dîmenan, gelek bûyer ronî kiribûn. Mînak, di Newroza Amedê ya 2017an de, heger kişandina dîmenan qedexe bûya wê her kes Kemal Kûrkût weke ‘bombeyê zindî’ zanibûya. Lê belê di wêneyên hatin kişandin de, li ser Kemal Kûrkût bombe tine bû û Kûrkût ji navê berjor tazî bû. Ev mînak bixwe nîşan dide ku heger giştîname pêk were, wê azadiya çapemeniyê bêhtir bê astengkirin. Ji ber vê jî divê giştîname bi paş ve bê kişandin û dev ji qedexeyên li ser xebatkarên çapemeniyê bê berdan.
“JinNews di mehekê de 9 caran asteng kirine”
“Rojnameger, çav û guhên gel in. Di her nûçeyê de, civak rastiyan dibîne û dibihîze. Ji ber vê sedemê, her astengiya li ser çapemeniyê astengkirina mafê civakê yê xwegihandina agahiyan e. Di derbarê qedexe û sansure de em dixwazin du mînakên balkêş bi we re parve bikin. Malpera Ajansa JinNews’ê ku tekane ajansa jinan e li Tirkiyê, tenê di nava meha Nîsanê de 9 caran hate astengkirin. Dîsa malpera Ajansa Mezopotamyayê di nava mehekê de bi awayek bê hiqûqî 5 car rastî girtinê hat. Ya herî balkêştir jî car caran malperek ji hêla du dadgehan ve bi biryarên cûda hatine astengkirin. Ev yek bê hiqûqîya hatî jiyankirin dike du qat. Lê belê divê bê zanîn ku dema çapemenî bi awayekî azad karê xwe neke, civak dikeve nav tarîtiyê. Azadî û maf jî di nava wê tarîtiyê de wenda dibe diçe.
“Rewşa hempîşeyên me yên girtî jî faktoreke sereke ya neheqiyên li rojnamegeran e ku hê jî berdewam e. Gelek rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehan de ne. Her çiqas hewl didin hevalên me terorîze bikin jî, hevalên me ji xeynî karên xwe yên rojnamegeriyê tiştek din nekirine. Ev rastî di îdianame û sûcdariyan de jî bi aşkerayî xuya dibe. Rojnamegerên girtî ji ber nûçe, hevpeyvîn an jî dîmenên kişandine di girtîgehan de ne. Lê belê yek ji van jî ne sûc e û karên rojnamegeriyê ne. Girtina rojnamegeran ji ber nûçeyên li xweşa desthilatê naçin, li dijî rêgezên hiqûqê ye. Ji ber vê sedemê bi awayekî lezgîn divê hemû rojnamger bên berdan, girtin û binçavkirina hempîşeyên me bê bidawîkirin.
Bi munasebeta 3yê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegeriyê, em pêkhatina azad û demokrasiyê hêvî dikin û her wiha dubare roja hempîşeyên xwe pîroz dikin." (HA/FD)