Fotograf: Vedat Örüç
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dokumanterîst, aktivîst, rojnamger û fotografvanên dokumanteran gotine ku ew rêbernameya emniyetê qebûl nakin ku kişandin an jî girtina dîmenan di dema çalakiyan de qedexe kiriye.
Nêzîkî 200 navî û 7 saziyan îmze avêtine bin metna kampanyayê û gotine ku heke di dema çalakiyan de dîmen neyên tomarkirin wê tundkariya polîsan zêdetir bibe, ji ber ku delîlkirina vê tundkariyê wê zehmet bibe, wê rê li ber bêcezatiyê neyê girtin.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê de 27î Nîsana 2021ê de rêbernameyek weşandibû û îdia kiribû ku bi tomarkirina deng û dîmenên polîsên li ser karî re wê nependitiya jiyana taybet were binpêkirin û daneyên şexsî ne li gorî hiqûqê werin bikaranîn û weşandin. Di berdewamiyê de jî gotibû, yek ji erka hêzên asayişê ye ku “destûrê nedin tomarkirina deng û dîmenan, li gorî rewşa çalakiyan kesên bixwazin wan tomar bikin asteng bikin û hewce bike karûbarên yasayî ji bo wan bikin.”
“Rêbername li dijî Destûra Bingehîn û qanûna ye”
Di metna kampanyayê de îmzekaran gotiye ku ew vê rêbernameyê qebûl nakin:
“Rêbername bi vî şiklî li dijî Destûra Bingehîn û qanûnan e. Destûra Bingehîn divê bi awayekî giştî were nirxandin û piştî ku Xala 26ê (Azadiya Aşkerekirin û Belavkirina Ramanan), Xala 27ê (Azadiya Zanist û Hunerê) û Xala 28ê (Azadiya Çapemeniyê) heye, nabe bi “rêbernameyê” azadiya xweîfadekirinê asteng bibe.
“Di encamê de rêbernameyeke wiha li dij hiqûqê ye û dikare tundkariya polîsan veşêre û handana tundkariyeke wiha bike (dikare rê li ber astengkirina tomara kamerayan veke û mafê destûrî yê hevpîşeyên me yên dixwazin dîmenan tomar bikin ji nedîtî ve bên û wan desteser bikin). Nabe weke hinceta mafê parastina daneyan qebûl bikin.
“Ji ber van sedeman ev rêbernameya ku Midûriyet Giştî ya Emniyetê pêşkêş kiriye ji bo me tune ye.”
(AS/FD)