Infografik: Yağmur Karagöz /bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Desthilat bi guhertina qanûnan ku di çarçoveya Plana Çalakiya Mafên Mirovan de aşkere kiribû ne mixalefeta Tirkiyeyê û ne jî Yekitiya Ewropayê îkna dike. Her wiha Di gel binpêkirinên domdar ên mafên bingehîn û azadiya medyayê jî vê rewşê weke hêmana reklamê bi kar tînin.
Nenaskirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji aliyê Tirkiyeyê ve, têkiliyê Tirkiye yên bi Konseya Ewropayê re ber bi krîzê ve biriye. Ji ber girtina bi kêfî a kunciknivîs Atîlla Taş a di vê demê de jî, mehkûmiyeta Tirkiyeyê ya li pêşberî DMMEyê dewam kiriye. Her weha, pêkanîna madeya 299em a Qanûna Cezayên Tirk a têkildarî îdîaya "heqaret li Serokkomar kiriye" ku Komîsyona Venedîkê, desteya pisporên a Konseya Ewropayê amaje bi "betalkirinê" dabû û bi vê madeyê doz vekirina li kovara Charlîe Hebdo ku li Fransayê weşanê dike, dide xuyakirin û tiştên bi vê madeyê li nava Tirkiyeyê tê kirin li derveyî sînorê Tirkiyeyê pêktîne.
Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya RSFê de 180 welat hene û Tirkiye di rêza 153em de ye. Li Wanê çar rojnameger ji ber ku îdaya avitina 2 gundiyan ji helîkopterê kirine nûçe bi îdanameyekî vala bi sûcê ku “endamên rêxistinê ne” girtî mane.
Gefa girtîgehê li ser rojnamegeran berbelav e
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya Biayê ya Kanûn – Sibat – Adara 2020an dide xuyakirin ku di çarçoveya Qanûna Ceza ya Tirk (TCK), Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK), Qanûna MÎTê, Qanûna Saziya Birêxistinkirin û Çavdêriya Bankevaniyê (BDDK) û Qanûna Pîyaseyên Sermiyanê (SPK) de 228 rojnameger, kunciknivîs û 5 karîkaturîst bi cezayê 2 muebbet û 1894 sal û 9 meh cezayê girtinê re rûbirû ne.
Heqareta li Erdoganî
Di mehên Kanûn – Sibat – Adarê de 18 rojnameger û 5 karîkaturîst ji ber rexne û nêrînên wan yên têkildarî Erdogan bi tohmeta ku “heqaret li serokomar kirine” doz li wan hatine vekirin û li gorî xala 299em a Qanûna Cezayên Tirk bi giştî 98 sal cezayê girtîgehê ji wan tê xwestin. Navê rojnameger û karîkaturîst ev in:
Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sorurisseau, Alîce Petti, Atîlla Taş, Ahmet Sever, Hakki Boltan, Mustafa Sonmez, Oktay Candemir, Fatih Portakal, Rustem Batum, Huseyin Aykol, Reyhan Çapan, Hasan Başak, Kemal Aykut, Burak Şahin, Hayko Bagdat, Cem Şimşek, Erk Acarer, Engin Korkmaz, Ayten Akgun, Cem Bahtiyar û Sefer Selvî.
Dadgeha Cezê Esliyeyê ya Enqereyê derbarê çar nûnerên kovara Charlie Hebdoyî de ku li Fransayê weşanê dike bi tohmeta ku “heqaret li serokomar kirine” doz vekiriye. Di hejmara 28ê Çiriya Pêşiya 2020an a kovarê de karîkatorekî têkildarî Erdogan hatiye weşandin. Bi vê dozê, dozên têkildarî “heqareta li serokomar” êdî bûye navneteweyî.
Di vê qonaxê de 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê yê taloqkirî daye Ayten Akgunê û beraeta Fatih Portakal, Oktay Candemir, Burak Şahin û xezkar Sefer Selvî di rojevê de bûye. Dozên nû ji rojnamegerek û çar karîkatorîstan hatine vekirin.
Êrişî 12 rojnamegeran kirine, radyovanekî kuştine
Di mehên Kanûn – Sibat – Adarê de li Stenbol, Bûrsa, Aydin, Aksaray û Rîzeyê li nûnerên medyayê 13 êrişên fîzîkî pêk hatiye. Di êrişan de Hazim Ozsû, radyovan ji ber ku şîrovayên guhdarvanekî xwe neecibandine ji aliye wî guhdarvanî ve hatiye kuştin.
Li piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an pê ve tundkarî berbelav bûye û desthilat ji vê re bêdenge. Di sê mehên dawî de Levent Gültekîn, şîrovekarê Halk TVyê, Osman Gudu, Bernamegerê KRT TVyê û Orhan Ûgûrlûoglû, Nûnerê Enqereyê yê Rojnameya Yenîçagê bûn armanca êrişan. Di vê demê de piraniya wan li ser medya civakî herî kêm 7 rojnameger gef xwarine. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî ê MHPyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi giştî neh nivîskarên rojnameyan weke hedef nîşan daye. Her weha Melîh Gokçek, Şaredarê Enqereyê yê berê jî Nevşîn Mengu kiriye hedef. Gokçer Tahîncîoglû, Nûnerê Enqereyê yê malpera T24ê û Zehra Ozdîlek, nûçegihana rojnameya Cûmhuriyetê jî di nav kesên ku li ser medya civakî gef xwarine de ne.
11 rojnameger hatine desteserkirin
Rojnamegerekî bi îdaya ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” di pirtûka xwe de, rojnamegerekî ji ber karîkatora ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê de parvekiriye, sê nûçegihan ji ber meşa ku ji bo piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê pêk hatiye, şopandine û du rojnameger jî dema çalakiya ji bo Gulîstan Dokuyê dişopîne hatine desteserkirin.
Sansur ji bo kesên rayedar dixebite
Di mehên Kanûn – Sibat – Adarê de 149 nûçeyên têkildarî Tolga Agar, parlamentere Elezîzê yê AKPê, Serhat Albayrak, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Koma Medyayê ya Tûrkûvazê, Orhan Ûzûner, xinamiyê Serokomar Erdogan, Ahmet Ozel, parêzerê serokomar Erdogan, Îrfan Fîdan, rayedarê Buroya Lêpirsina Sûcên Rexistinkirî û Terorê û gelek rayedarên din hatine astengkirin.
BİK û Wezaret dev ji rojnameyên rexnegir bernadin
Di mehên Kanûn – Sibat – Adarê de Saziya Îlanên Çapemeniyê(BÎK) cezayê qutkirina îlanan ji bo 10 rojan daye rojnameya Evrenselê û 5 roj jî daye BirGunê. Her weha Farûk Bîldîrîci, rojnameger û ombûdsmanê medyayê di malpera xwe ya înternetê de daneyên ku çavkaniya wan CÎMERe parvekiriye li gorî van daneyan di sala 2020an de 803 roj cezayê qutkirina îlanan ji ber li dijî hêmana exlaqa medyayê hatiye nirxandin li rojnameyan hatiye birîn. Bîldîrîcî bi bîr xistiye ku BÎKê 110 roj Cûmhûriyet, 112 roj BîrGun, 65 roj Evrensel, 29 roj Korkûsûz û 17 roj cezayê qutkirina îlanan dabû Sozcuyê. Cezayên bi giştî dane 5 rojnameyên ku li Stenbolê weşanê dike 333 roj e an go BÎKê di sala 2020an de cezayên ku Stenbolê dane rojnameyan jê sedî 88 daye van 5 rojnameyan.
Her weha di Midiriyeta Giştî a Çavdêrikirina Piyaseyê û Parastina Xercekar a Wezareta Bazirganiyê de ji ber ku di reklama rojnameya Evrenselê de ku pûşiya bi renge kesk, sor û zer di deste zarokek de ye û di Tele1ê de weşiya bû 20 hezar û 953 Lireyê Tirk ceza li rojnameyê biriye.
Doza “heqaretê” li 36 rojnamegeran vekirine
Di mehên Kanûna Paşîn- Sibat – Adara 2021ê herî hindik 30 rojnameger ji ber “heqaretê” û “heqareta li karmendên dewletê”, rojnamegerek jî ji ber doza ku “buxtan kiriye” dadgeh kirine. Li ser hev 65 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dixwazin li wan bibirin. Yek ji van Prf. Dr. Şebnem Korûn Fîncanci, nivîskara rojnameya Evrenselê û Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) e û 7 hezar û 80 TL cezayê pereyan lê birîne.
Her weha ji ber pirtûkeke ku nivîsandine bi tohmeta “heqaret kirine” 14 lêpirsînname ji bo rojnameger Bariş Pehlîvan û Bariş Terkoglûyî amade kirine. Ender Îmrekî di doza ku bi tohmeta “heqaret li Serokomarî kiriye” hatibû vekirin de beraet kiriye lê parêzerê Serokomar Erdoganî li dijî biryarê derketiye û dosya biriye Dadgeha Îstînafê.
Di heman mehan de doza tezmînatê li pênc rojnamegeran (ku li ser hev milyon û 610 hezar TL cezayê pereyan dixwazin li wan bibirin) û Oda TV jî tê de li şeş saziyên medyayê (ku li ser hev 325 hezar TL cezayê pereyan dixwazin li wan bibirin) vekiribûn. Dozgerê ku îdianameya doza qezaya trênê ya Çorlûyê amade kiriye doz li rojnameger Mûstafa Hoşî vekiribû. Di vê dozê de heyeta dadgehê 40 hezar TL cezayê pereyan li Hoşî biriye.
Dozên ku Ceren Sozerî û Çîgdem Toker tê de dihatin dadgehkirin, dewam kirine. Hazal Ocak’a ku di dozekê de 20 hezar TL cezayê pereyan qebûl nekiriye, di dozeke din de bi cezayê pereyan ê 200 TLyî hate dadgehkirin. Doza ku Koma Medyayê ya Demîrorenî li 5 malperên nûçeyan vekiribû, dewam kiriye. Koma Medyayê ya Demîronerî doza 275 hezar TLyî li van malperan dike.
Ceza nedane kesên êrîşî rojnamegeran kirine
Bûyerên ku di meha Kanûna Paşiyê – Sibat – Adara 2021ê de çêbûne daye xuyakirin ku êrîşên li ser rojnamegeran û hewldanên lêgerîna mafân a ji bo cezakirina van sûcdaran jî dewam kiriye: Du kesên êrîşî Levent Gultekîn, şîrovekarê Halk TVyê kirine, piştî Gultekînî gilî û gazinc ji bêcezatiyê kiriye, hatine girtin. Ebûbekîl Sîfîl, dersdarê Fakulteyên Zanistên Îslamî yê Zanîngeha Yalovayê Yilmaz Ozdîl, qunciknivîsarê rojnameya Sozcuyê û Cuneyt Akman, bernameçêkerê Tele1ê kiribû hedef. Lê dadgehê hewce nedîtiye ku dozê li Sîfîlî veke. Bi sedema “rewşa wî ya baş” cezayê hişyarkirinê dane wê karmendî ku li girtîgehê li Bariş Pehlîvanî dabû. Bersûcên doza kuştina Ûgûr Mûmcû, nivîskarê rojnameya Cûmhûriyetê beraat kirine. Mûmcû di 24ê Kanûna Paşiyê ya 1993yê de li Enqereyê di encama êrîşeke bombeyî de miribû. Endamên Artêşa Tevhîd Selam Kudsê di vê dozê de dihatin dadgehkirin. Di 18ê Kanûna Pêşiyê ya 2008ê de dadgehkirinê destpê kiribû.
Şaxê Enqereyê ya Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) giliyê êrîşên hêzên ewlehiyê yên li ser rojnamegeran kiriye li bal Serdozgeriya Komarî kiriye. Nevşîn Menguyê jî giliyê xwediyê wan hesabên ku mesajên gefxwarinê, tacîz û heqaretê li wê dikin kiriye. Mahîr Unal, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ew hesap weke “hesabên netewî yên li gorî qaîdeyên etîkê yên medyaya civakî tevdigerin” penase kiribû.
Dadgeha Destûrî
Di her sê mehên destpêkê de Dadgeha Destûrî ji bo serlêdanên çar rojnamegeran biryara xwe aşkere kiriye. Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku mafê azadiya xweîfadekirinê ya van rojnamegeran binpê kirine û divê dewlet 84 hezar û 895 TL pereyan bide van kesan. Ji van rojnamegeran Hakan Aygun û Şahîn Alpayî ji ber girtîbûna xwe ya neheq, Beyza Kûralê ji ber hewldana desteserkirinê ya ku destê wê li paş wê kelemçe kiribûn û Osman Palçîk jî ji ber ku bi hinceta weşandina nûçeyekê cezayê pereyan lê birî bû, serî li Dadgeha Destûrî dabû.
Dadgeha Destûrî cezayê qutkirina îlanê ya Saziya Îlanên Çapemeniyê li rojnameya Korkusuzê birî bû, betal kiriye û ev cezadan weke binpêkirina azadiya çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê nirxandiye. Lê ji bo serlêdana derbarê girtina Husnu Mahalliyî de gotiye ku mafên wî nehatine binpêkirin. Ji bo çar rojnamegerên ku li Wanê hatibûn girtin jî parêzeran serî li Dadgeha Destûrî daye. Rojnamegeran îdiaya ku digot leşkeran du gundî ji helîkopterê avêtine kiribûn nûçe û ji ber wê hatibûn girtin. CHPyê ji bo guhertina qanûnê ya derbarê mafên rojnamegeran de û rojnameya Evrenselê jî ji bo cezayên Saziya Îlanên Rojnameyan serî li Dadgeha Destûrî dane.
DMMEyê di dozekê de ceza daye
Tirkiyeyê ji ber biryarên Konseya Ewropayê û DMMEyê bicih nayne û li dijî biryaran derdikeve, bi rûdana krîzeke di navbera wê û herdu saziyan de dest bi sala 2021ê kir. Ev krîz dibe bibe sedema cezakirinên asta bilind.
Di dawiya sala 2020an de ji ber girtina kêfî ya neh rêveber û xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê, DMMEyê cezayê herî giran di dîroka Tirkiyeyê de lê birî bû. Di vê demê de jî DMMEyê ji ber biryara girtinê ya qunciknivîsar Atîlla Taşî 15 hezar û 450 Euro (nêzîkî 140 hezar TL) ceza li Tirkiyeyê biriye. Di doza kuştina dadgehkirina rojnameger Hrant Dînkî de dadgehê biryara peyneketinê ji bo 26 gumanbaran dabû. Parêzerên malbata Dînkî ji bo vê biryarê careke din serî li DMMEyê daye.
RTUK
Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) di meha Kanûna Paşiyê – Sibat – Adara 2021ê de ji ber weşanên nûçe û bernameyan 57 cezayên pereyan û li ser hev 22 cezayên betalkirina bernameyan li kanalên TVyan birîne. Di van mehan de ti ceza li radyoyan nebirîne.
Di sê mehan de ne medyakar ji kar derxistine
Di sê mehên pêşiyê yên 2021ê de herî hindik neh rojnameger ji kar derxistine an jî ji ber nelihevkirina ji ber polîtîkaya weşanê ya saziya weşanê neçar mane ji kar derkevin. Her weha DISK Basin Îşê bertek nîşanî wî tiştî daye ku rêveberiya Arti TV û malpera Arti Gerçekê piştî îmzekirina protokolê Cenk Kolçak, nûnerê sendîkayê bê pere şandiye betlaneya salê. Metirsî heye ku li vê saziyê gelek medyakar ji kar werin derxistin. (EO/SA/NO/AY/FD)