Fotograf: DISK
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Midûriyeta Giştî ya Emnietê biryar daye ku êdî kes nikare di dema çalakiyan de fotograf û vîdeoyan bigirin. Biryar bi îmzeya Mehmet Aktaş, Midûrî Giştî yê Emniyetê weşandine û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Stenbolê ew derxistiye holê.
Di biryarê de Midûriyetê gotiye ku kesên di dema çalakiyan de dîmen û dengê polîsan qeyd dikin divê werin astengkirin û tehqîqata wan were kirin.
Di heman biryarê de Midûriyetê diyar kiriye ku bi weşandina dîmen û dengên polîsan û sivîlan “nepeniya wiyana wan a taybet tê binpêkirin.”
ÇHD: Îşkencekirin sûc e
ÇHDya Stenbolê ya ku biryara navborî derxistiye holê daxuyaniyek weşandiye û gotiye: “Beriya 1ê Gulanê, Wezareta Karûbarên Navxweyî biryara misogerkirina personelê xwe daye. Heke dema personelên we karê xwe dike, îşkenceyê bike ew ê dîmenên wan were girtin û delîl jî wê werin komkirin. Lewra dubare car, îşkencekirin ne di nava wezîfeyên we de ye û ew sûc e.”
Komeleyê her weha fotografekî ku duh li Îzmîrê di dema çalakiya 1ê Gulanê de hatiye kişandin weşandiye. Di wî fotografî de polîsekî çonga xwe daniye ser stûyê çalakvanekî ku ew çalakvan nikare bêhna xwe bide û bistîne. ÇHDyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku "ew personelê bi biryarê dixwazin biparêzin ev personel e. Li ku cihî were dîtin divê deng û dîmenên wan were girtin." (HA/FD)