Îsal 123 saliya avakirina rojnameya Kurdistanê ye. Mîqdat Mîthat Bedirxanî 123 sal beriya niha rojnameya Kurdistan li Qahîreyê çap kir. Ji wê rojê û pê ve rojnamegeriya kurdî digel hemû astengiyan, girtina saziyan, kuştina rojnamegeran dewam kiriye.
Piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016ê di 20ê Tîrmeha 2016ê de ji ber Rewşa Awarte, 32 KHK derxisin. Hikûmetê di 19ê Tîrmeha 2018ê de Rewşa Awarte bi dawî kiribû ku du salan domandibû û heft caran dirêj kiribûn.
Di du mehên destpêkê yên Rewşa Awarte de 620 kartên çapemeniyê, 34 kartên çapemeniyê yên parlamentoyê û pasaportên hin rojnamegeran betal bûbûn. Di vê demê de KHKya hejmar 668ê (27.07.2016), hejmar 675ê (29.10.2016), hejmar 677ê (22.11.2016), hejmar 670yî (17.08.2016), hejmar 689ê (29.04.2017), hejmar 693yê (25.08.2017) û hejmar 695ê (24.12.2017) û hejmar 701ê (08.07.2018) li ser hev 204 dezgehên medyayê; 6 ajansên nûçeyan, 70 rojname, 20 kovar, 41 radyo, 38 TV û 29 weşanxane-şîrketên belavkariyê girtibûn.
Di nava van saziyan de gelekên kurdan û bi kurdî weşan dikin hebûn. Yek ji wan jî Azadiya Welat bû ku tenake rojnameya rojane ya bi kurdî bû.
Piştî vê, li Tirkiyeyê hejmara saziyên medyayê yên bi kurdî weşanê dikin gelekî kêm bû. Niha rojnameya Xwebûnê weşana xwe dewam dike ku ew jî heftê carekê dertê. Beşa kurdî ya Ajansa Mezopotamyayê û ya JînNewsê heye. Her weha diyarname xwerû bi kurdî ye û ev 16 sal in weşana xwe didomîne. Bianet kurdî û Botan Timesa ku ew jî hê nû dest bi weşanê kiriye.
Rojnamegerên kurd di 123 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de rewşa heyî wiha bilêv kirin:
Munevver Karademir (JinNews)
Li Bakur rojnamegerî zahmet e. Ji ber ku rojnamegerên kurd bi zimanekî qedexe û di bin zextên dewletê de rojnamegeriyê dikin. Gelek rojnameger tenê ji ber ku bi kurdî rojnamegerî kirine hatine astengkirin û girtin. Lê li gel van hemû zahmetiyan jî rojnamegeriya kurdî li Bakur berdewam e. Rojnamegerî heta astekê hatiye. Ev ji bo kurdî jî û ji bo rojnamegeriya kurdî pêşketinek e. Lê têrê nake. Divê bêhtir li zimanê kurdî xwedî bê derketin. Tenê ne di qada rojnamegeriyê de divê gel li mal li kolan û li her derê xwedî li zimanê xwe derkeve, zarokên xwe hînî kurdî bike û ji bo zimanê xwe têkoşînê bide ku ev ziman bibe zimanê fermî. Ji ber ku di şert û mercên heyî de kesên bi kurdî rojnamegeriyê dikin, bi dildarî dikin û fedekariyê dikin. Dildarî û fêdekarî jî heta cihekî ye. Piraniya rojnamegerên ku bi kurdî li Bakur rojnamegeriyê dikin, karê dikin ji bo xwe wekî pîşe nabînin û hinek ji wan piştî demekê yan vediqetin û yan jî li ser navê kurdan bi tirkî rojnamegeriyê dikin. Ji bo ku ev rewş berdewam neke û asta tê xwestin rojnamegeriya kurdî bêyê, divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û ev jî bi têkoşînê pêkan e. Ger ku nebe zimanê perwerdê û gel xwedî li zimanê xwe dernekeve wê ji vê rojnamegerî jî neyînî bi nandor bibe. Wê rojnamegeriya ku roj bi roj bi têkoşînê pêş dikeve di warê temaşevan, xunêr û hwd. zahmetiyan bikişîne.
Asîmîlasyona heyî ya bi destê dewletê pêk tê astengiya herî mezin li hember zimanê kurdî û rojnamegeriya kurdî ye. Lê li gel asimilekirina bi deste dewletê bi taybetî di demen dawîn de li Bakur otoasîmîlasyonek ku her diçe pêş dikeve jî heye. Malbat bi zarokên xwe re bi kurdî na axivin û ev jî rê li ber pêşeroja zimanê kurdî digire. Bi gotineke din pêşî li ber pêşeroja kurdan wê bigire. Her kurdekî ku dixwaze li hebûn û nasnameya xwe xwedî derê, divê di serî de li zimanê xwe xwedî derê û ji bo pêşketin, bikaranîn û fermîbûna zimanê xwe têkoşînê bide. Xwedîderketina li ziman xwedîderketina li çand, wêje û çapemeniya xwe ye. Mirov dikare bi kurtasî bibêje xwedîderketina li zimanê xwe xwedîderketina li hebûna xwe ye. Ji bo vê jî têkoşîna ku ji bo ziman bê dayîn wê serdestan jî bide zorê û wê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Wê ev têkoşîna ji bo ziman bandora xwe li ser çapemeniyê jî bike û dewlementir bike. Di roja îro de li bakur rojnamegeriya bi kurdî tê kirin piranî werger e wergera ji zimanê tirkî ye. Ger ku ciwanên pêşerojê bi kurdî biaxivin wê bi nûçeyên xwe rojnamegeriya kurdî dewlemend bikin û ji wergerê rizgar bikin.
Rojnamegeriya kurdî qedera gelê xwe dijî. Her ku êrîş li ser gelê kurd tên kirin li ser rojnamegeriya kurd û li ser rojnamgerên kurd jî tê kirin. Çawa ku bi milyonan kurd di bin zextan de ne, bi sedan kurd tên girtin bi dehan rojnamegerên kurd ji ber ku bi kurdî rojnamegerî kirine di girtîgehan de ne. Gelek rojnamegerên kurd heta roja îro ji ber karê rojnamegeriyê kur kirine hatine astengkirin, binçavkirin û zext li wan hatine kirin. Ev zext heta îro jî berdewam dikin. Heta roja îro li bakur gelek kovar, rojname, radyo û Tv weşana wan hatiye qutkirin û xebatkarên wan hatin girtin û astengkirin.
Lê rojnamegeriya kurd ku bingeha xwe ji Rojnameya Kurdistan a sereke ku di 1898’an de li sirgûnê li Qahîreyê hat weşandin digire heta roja îro li gel hemû astengiyan hebûna xwe berdewam kiriye. Rojnamegerên kurd ku tu carî li hember zilmê serî netewandine wê îro jî netewînin û ji bo rojnamegeriya kurdî têkoşîna xwe bidomînin.
Gulistan Korban (NRT TV)
Li Bakurê Kurdistanê rojnamegerên kurd di sedsala 21emîn de rewşa xwe ya herî xirab dijî. Beriya 4 salan tenê li Amedê bi dehan televizyonên kurdan hebûn û bi sedan rojnamegerên kurd karê xwe bi kurdî dikir. Lê ji ber rewşa heyî ya li welêt hejmara rojnamegerên karê xwe bi kurdî dikin bi tilîyan niha tê jimartin. Sazî û dezgeh û televîzyonên kurdî yek bi yek hatin girtin. Bi girtina wan re zehmetiya herî zêde rojnamegerên kurd jiya.
Em weke rojnamegerên kurd ku niha li qadê kar dikin, êdî em sazî nabînin ku bi kurdî binivîsînin. Bi dehan rojnamegeran di vê pêvajoyê de ji ber neçariyê dest bi nivisandina nûçeyên kirkî kir. Ji bo debara xwe bikin bi dehan rojnamegeran dev ji karê rojnamegeriyê berda. Yê wekî me ku niha karê xwe bi kurdî dikin jî bi zor û zehmetiyan li ser pîyan man. Niha kesên bi kurdî dinivisînin jî ji ber bi dil bi zimanê xwe ve girêdayî ne, li dij vê pêvajoyê derdikevin û hewildidin karê xwe bikin.
Elîf Can Alkan (Rojnameya Xwebûnê)
Rojnamegeriya kurdî li bakurê Kurdistanê tevî hemû her cureyên êrîşên desthilatdariyê jî li ber xwe dide. Bingeha ku 123 sal berê li Kahîreyê hat avêtin, niha di roja me ya îro de ji aliyê rojnamegerên kurd li ser xeta çapemeniya azad tê domandin. Lê domandineke wisa ne asayî domandineke tevî hemû êrîş, binçavkirin, qetilkirin, girtin û hwd. didome.
Rewşa rojnamegerên kurd li bakurê Kurdistanê li gorî bajarên Tirkiyeyê hîn cudatir in. Erê li bajarên Tirkiyeyê jî rojnamegerên kurd rastî gelek astengî û tundiyê tên lê ev rewş li Bakur hîn cudatir e. Li Bakur li her qadê, ji qada civakî heta siyasete, aborî û hwd. rojnamgerên kurd rastî her cureyên astengiyan, zextan, tundî û êrîşan tên, tên binçavkirin û girtin. Lê tevî vê yekê jî li Bakur qada çapemeniya kurd xwe pêş dixe, serî natewîne.
Rojnamegerên kurd bi taybetî rojnamegerên jin di qada çapemeniya azad de bêyî ku tu astengiyan nas bikin, xwe bigihînin rastiyan û civaka ku lê dijî agahdar dikin. Niha rojnamegerên kurd û jin li bakurê Kurdistanê ji aliyê gihiştina agahiyên rast li hemberî her cureyên êrîşan li ber xwe didin û dibin parêzvanên rastiyan. Dê heta dawiyê jî bibin deng û rengê civakê.
Cemil Oguz (Diyarname)
Rojnamegeriya bi kurdî her serê sibê ji bin sifirê dest pê dike. Li Bakur rojnamegeriya bi kurdî bi deazvantajan, her ji eksiyê dest pê dike. Peyva "rojnamegeriya bi kurdî" bi taybetî bikar tînim. Ji ber ku gelek rojnamegerên kurd hene, di saziyên kurdan de bi tirkî xebatê dikin. Qesta min ew ên bi kurdî vî karî dikin. Bi kurtahî ez qala çend dezavantajan bikim:
Dezavantaja yekemîn, saziyên dewletê ti demê wan venaxwînin çalakiyan. Ger rojnameger biçin jî ji deriyê têne vegerandin. Saziyên ku ditirsin, em bibêjin saziyên aboriyê ku ditirsin dê karên wan xira bibe, ew jî heta dikarin xwe ji rojnamegeriya bi kurdî dûr digirin.
Xala din piraniya kurdan, saziyên kurdan ji rojnamegeriya bi kurdî wêdetir pêşî çavên wan li rojnamegerên tirk in; nebû rojnamegerên kurd ên bi tirkî xebatê dikin, çvê wan li ser wan e. Serê pêşî dixwazin nûçeyên wan li wir derên.
Xala herî dawî jî ji bo rojnamegeriya bi kurdî meseleya aborî ye. Ez rojnamegerên kurd ên ku ji bo saziyên Başûr dixebitin deynim aliyekî, li Bakur rojnamegerên kurd ku bikaribin ji kurdî debara xwe bikin tune ne. Gotina herî navdar e "Kurdî pere nake". Wê çaxê ez jî tê de em çima vî karî dikin? Bi rastî ji ber derdê me heye em dikin. Ya yekê di nav hemû zimanên dinyayê de divê zimanê kurdî jî di qada rojnamegeriyê de hebe û rojnamegeriya kurdî jî hebe. Ya din jî dîsa ez jî tê de ji ber em ji vî pîşeyê hez dikin, digel ku em pereyan jê qezenc nakin, digel ku gelek dema me digire jî em vî karî didomînin.
Wekî di serî de min got, rojnamegeriya bi kurdî, rojnamegerekî/e ku bi kurdî kar dike her serê sibê di bin sifirê dest pê dike. Ger nûçeyeke baş çêkiribe wê rojê xwe derdixe ser sifirê, roja din dîsa ji bin sifirê dest pê dike. Digel her tiştî bila bê zanîn ku keda Mîqdad Mîthat Bedirxan, paşê Celadet, a wan daye tê parastin û lê tê zêdetir. Di Roja Rojnamegeriya Kurdî de ez wan bi hurmet bibîr tînim.
Murat Bayram (Botan News)
Rewşa rojnamegerîya Kurdî jî wek rojnamegerîya zimanên dî bi desthilata kurdan ve girêdayî ye. Ji ber nebûna desthilateka Kurdan rewşa giştî di asta neteweya kurdan de yanî di asteka xerab de ye. Lê derfetên medyaya dîjîtal hene ev rêyeka azadîyê çêdike. Ji bo wê jî kadroyên kalîfîye kêm in, ji ber ku perwerdeya medyaya kurdî qedexe ye. Dema kadro nebin, kî bikarin bi kurdîyê binivîsin ew hertiştên bi kurdîyê dikin. Rastnivîs ferzeka nivîsîna bi kurdîyê ye lê wekî ji bo rojnamegerîyê ev bes be hemî motîvasyon li ser wê ye, ev jî kêşeyeka me ya navxweyî ye.