Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê malpera Ajansa Mezopotamya (MA) asteng kiriye. MA heta niha 30 caran hatiye astengkirin. Piştî astengkirina cara 30î ajansê weşana xwe li ser malpera ‘mezopotamya31.com’ê dewam dikir.
Dadweriya Silh û Cezayî ya 3yan a Amedê careke din malpera Ajansê qedexe kiriye.
Dema malper wedibe ev nivîs derdikeve pêşberî xwendevanan: “mezopotamya31.com bi biryara Dadweriya Silh û Cezayî ya 3yan a Amedê bi biryara hejmar 2021/2111 D û di dîroka 19/4/2021ê de qedexe bûye.”
Herî dawî Dadweriya Silh û Cezayî ya 5an a Amedê malpera ajansê di 15ê Nîsanê de qedexe kiribû. Ajans niha weşana xwe li ser navnîşana mezopotamya32.com-ê dewam dike.
Bixwîne- Malpera Ajansa Mezopotamyayê 30em care asteng dibe
(HA/FD)