Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêveberiya Girtîgeha Ewheliya Bilind a Wanê nameya ku Asli Ece Koçak, Koordînatora Projeyan a Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ji rojnameger Nedîm Turfentî re şandie, nedane wî.
Turfent di sala 2016ê de hatibû girtin. Digel ji 13 kesên îfade li ser dabûn 12 kesan gotibû “me bi îşkenceyê îfade daye” bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” dadgehê 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê dabe wî.
Li gorî nûçeya ku MLSAyê weşandiye Koçakê di nameya xwe de rewşa girtîgehê ji Turfenî pirsî ye. Her weha jê re behsa rojeva Tirkiyeyê û protestoyên Zanîngeha Bogaziçiyê kiriye.
Rêveberiya girtîgehê nivîsa Alî Dûran Topûz, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Gazete Dûvarê bi sernavê “Hûnê hêza tirkan bibînin” jî nedaye Turfentî ku Koçakê bi heman nameyê jê re şandiye.
Türfent îtîraza xwe li hemberî vê biryarê kiriye.
Bi qasî ku MLSAyê ragindiye Koçakê di nameya xwe de wiha gotiye:
“Ez dibêm te hay jê heye, piştî kayûm tayînî Zanîngeha Bogaziçiyê bû, li vir tevgereke mezin a xwendekaran destpê kir. Di rojên pêşiyê yên van çalakiyan de yek ji polîsên bi awayekî dijhiqûqî anîbûn kampusê ji xwendekarekî re got ‘li xwarê binêre, li xwarê binêre’. Piştî vê bûyerê, piştevaniyek li derdora ‘em ê li jêr nenêrin’ ava bû, herkesî ev gotin li ser medyaya civakî nivîsand. Piştî vê bûyerê Alî Topûzî, di quncika xwe ya Duvarê de nivîsand ku ev bûyer û vîdeo-nûçeya te ya “Hûnê hêza tirkan bibînin” dabû berhev. Ez tevlî vê nameyê wê nivîsê jî ji te re dişînim ku di 2yê Sibata 2021ê de bi ser navê “Kurtedîroka fermana li xwarê binêre” nivîsandibû. Gelekî girîng e ku têkiliyeke organîk di navbera wê bûyera di Tebaxa 2015ê de pêk hatiye û ya roja me de çêbike û zilma li welatiyên li Colemêrgê û li xwendekarê Zanîngeha Bogaziçiyê hatiye kirin bi hev re binirxîne.”
(EKN/FD)