Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê rojnameger Cîhan Olmez jî di nav de îdianame ji bo 151 kesan îdîaname amade kiriye ku ji ber îfadeyên şahidê nepenî, di Çiriya Pêşiyê ya 2020an de ew desteser kiribûn.
Serdozgeriyê daxuyaniyên Olmezî yên derbarê qedexeya derketina derve ya li Cizîrê û pevçûnên wê demê de û parvekirina van daxuyaniyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, kiriye sedema tohmetan. Olmez di daxuyaniyên xwe yên ji bo saziyên çapemeniyê de behsa wan qedexe û pevçûnan kiribû ku di salên 2015 û 2016an de li Cizîrê, navçeya Şirnexê pêk hatibûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dozgerê îdia kiriye ku Olmezî “propagandaya rêxistinê kiriye.” Dadgeha Cezayê Giran a 5an a Amedê îdianameya navborî qebûl kiriye.
Di îdianameyê de parvekirina Olmezî ya di 25ê Sibata 2016ê de rojnameya Evrenselê bi sernavê “Cîhan Olmez, nûçegihanê DIHAyê: Li Cizîrê rojnameger bi tesadufî dijîn” weşandiye, ya di 8ê Adara 2016ê de malpera Demokrat Haberê bi sernavê “Em nîşeyan ji dîrokê re dihêlin” weşandiye û di 10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de bianetê bi sernavê “Cîhan Olmez, nûçegihanê Cizîrê: Piştî tiştên min dîtin, ez êdî ne ew kesê berê me” weşandiye weke sûc nîşan daye.
Di beşek îdianameyê de dozgerî Evrensel û bianet bi gotinen weke “qaşo saziyên weşanê yên piştevaniya PKK/KCK, rêxistina terorê dikin” penase kiriye.
Olmezî ji bo doza lê hatiye vekirin wiha gotiye: “Şertên ku min di daxuyaniyên xwe de dane hê jî li cih in. Desthilat kesên ku propagandaya wan nakin terorîze dike. Daraz jî di vê çarçoveyê de tevdigere. Dema qedexeyên derketina derve gelek sûc hatin kirin. Heta niha darazê ji bo vê gavek jî neavêtiye. Îdianameya ku hatiye amadekirin bi tevahî alîgire û ji hiqûqê dûr e. Em vê jî ji pênasekirinên derbarê Evrensel û bîanetê fêm dikin.”
Danişîna yekem a dozê wê 13ê Tîrmehê pêk were. (EMK/FD)