Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadweriya Silh û Cezayî ya Amedê ya 1ê “jinnews16.xyz”, “jinnews17.xyz” û “jinnews18.xyz”, her sê malperên ku JinNewsê li ser weşan dikir, qedexe kiriye.
Di biryarê de wiha hatiye nivîsandin: “Bi biryara DADWERIYA SILH Û CEZAYÎ YA AMEDÊ YA 1em ya hejmara 2021/1932-33-34 D.yê di 05/04/2021ê de hatiye astengkirin.”
Beriya niha di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de jî malper 3 caran hatibû qedexekirin.
Ajansa ku heta niha 20 caran hatiye astengkirin niha li ser navnîşana jinnews19.xyz-yê weşana xwe dewam dike.
Derbarê JinNEwsê de
Ajansê di 25ê Îlona 2017ê de bi tirkî, kurmancî, zazakî, erebî û ingilîzî dest bi weşanê kir. Bi tenê rojnamager û edîtorên jin kar dikin û nûçeyên nûçegihaniya jinparêz diweşînin.
JINHA, yekem ajansa nûçeyên jinan a Tirkiyeyê jî di nav de 15 saziyên medyayê di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de, bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan de hatibû girtin. Rojname Şûjinê di Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest bi weşanê kiribû.
Ew jî di 25ê Tebaxê de bi KHKya hejmar 693yê girtibûn. (TP/FD)