Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA), Şehrîban Abî, nûçegîhana Jinnewsê û rojnameger Nazan Salayê tevlî Zeynep Dûrgût, nûçeghînana Mayê li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk tê. Bîlen, Ûgûr, Abî û Sala piştî ku nûçeya avêtina ji helîkopterê ya Osman Şîban û Servet Tûrgûtî weşandibûn desteser bûbûn û ew girtibûn. Dûrgût jî ji ber heman nûçeyan desteser bûbû lê paşê serbest bûbû.
Serokê heyeta dadgehê destûr daye ku bi tenê çar rojnameger bikevin salona dadgehê û dadgehkirinê bişopînin. Lê destûr nedaye telefon û komputerên xwe bi xwe re bibin.
Di dema ku Adnan Bîlenî paraznameya xwe pêşkêş dikir de, Zulkuf Ûçar, Serokê Baroya Wanê xwestiye bikeve salonê. Bi vê re derket holê ku serokê heyetê deriyê salonê qefaltiye. Piştî Ûçar ketiye hundir paşê dîsa derî qefaltine. Serokê heyetê bi sedema tedbîrên Covid-19ê xwestiye ku hejmareke hindik parêzer bikevin salonê û parêzer ji salonê derkevin. Ji bo vê jî bang li polîsan kiriye.
Ji ber vê sedemê nîqaş di navbera parêzeran û heyetê de derketiye. Serokê heyetê ji salonê çûye û piştî Zulkuf Ûçar pê re axiviye careke din hatiye salonê.
Rojnamegerên girtî ji girtîgehê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) tevlî danişînê bûne. Veysel Ok, ji Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) weke parêzerê rojnamegeran beşdarî danişînê bûye.
Bîlen: Ev çawa dibin sûc?
Li gorî ku MLSA li ser hesabê xwe yê Twitterê bi awayekî zindî rewşê radigihîne, piştî tespîtkirina nasnameyan destpêkê Adnan Bîlenî paraznameya xwe pêşkêş kiriye. Bîlen gotiye: “Em rojnameger in ev dadgehkirina rojanegeran e. Dadgehkirina ku li vir tê kirin, dadgehkirina hemû rojnamegerên mixalif e. Ev dadgehkirin wê di dîrokê de were nivîsandin.” Li ser van gotinan serokê dadgehê gotiye “behsa beşên têkildarî xwe bike” û gotina wî biriye. Bîlenî diyar kiriye ku ew 20 sal in rojnamegeriyê dike û heta roja îro ew rastî tiştekî wiha nehatiye:
“Li emniyetê ji min pirsîn ku dua hevdîtinên bi rêya telefonê min bi kê re kiriye. Yê ku ez bi rêya telefonê pê re axivî me Serokê Odaya Doktoran ê Wanê bû. Yê din jî parêzerek bû ku derbarê miwekilekî wî de bû. Min xwestibû ku biryara DMMEyê ji min re şîrove bike. Ev çawa dibin sûc?
“Ev şeş meh in em li girtîgehê ne. Bi mehan me nedizanî bû ku em bi çi tên tohmetkirin. Di dema pandemiyê de ji azadiya xwe, karê xwe, mala xwe dûr hatin xistin. Divê ev neheqî ji holê rabe.”
Bîlenî gotiye “Dema îdianame hat me bi çavê serê xwe bawer nekir ji tohmetan” û serokê heyetê nehiştiye Bîlen dewam bike. Bi vî awayî parastina wî qediyaye.
Sala: Meriv ne bi karta zer dibe rojnameger
Piştî Bîlenî, Nazan Salayê dest bi parastina xwe kiriye. Sala wiha axiviye: “Ev 15 sal in rojnamegeriyê dikim. Di îdianameya hatiye amadekirin de nebûna karta zer a çapemeniyê sedem hatiye nîşandan. Ev yek nayê qebûlkirin. Di navbera salên 2010- 2017an de karta min zer a çapemeniyê hebû. Lê di 2017an de rojnameya ez lê dixebitîm bi KHKyê girtin û karta min betal bû. Li ser karta zer tê nirxandin ka ez rojnmeger im an na. Meriv bi karta zer nabe rojnameger?”
Salayê her weha gotiye ew piştî hilbijartina herêmî ya 2019an li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di ofîsa çapemeniyê de midur bûye û wiha dewam kiriye: “Piştî qeyûm danîn ser şaredariyê dawî li karê min anîn. Min serî li dadgehê da. Di vê navberê de ez weke rojnamegerek serbixwe xebitîm. Ez li ajansek yasayî ku gelek nûnertî û nûçegihanên wê hene xebitîm. Ez di doza xwe de bi ser ketim û paş de vegeriyam kar. Pişt re jî ez hatim girtin. Heke bi ser cihê karê min de digirin divê bi ser şaredariyê de bigirtina.”
Salayê gotiye ku ji gelek nûçeyên wê çêkirine bi taybet hin nûçe bijartine û kirine nava îdianameyê. Salayê destnîşan kiriye ku di serdegirtina mala wê de polîsan dest daniye ser arşîva rojnameyên li malê û wiha gotiye: “Arşîvek min a hejmarên ji salên 2010-2016an pêk tê hebû. Ew jî weke sûc li îdianemeyê zêde kirine. Ji bo rojnameyan jî biryara berhevkirinê nîne. Tiştek gelek asayî ye ku arşîva rojnamegerekê hebe.
“Heke lêkolînek pir cidî bihata kirin, wê bihata dîtin hin parvekirin ne yên min û tenê min etîket kirine. Dixwazin ji van sûcan çêbikin. Ev şeş meh in em di girtîgehê de ne. Ez berê emeliyat bûbûm. Divê dermanên xwe bixwim. Ez bi nexweşînan re rûbirû me. Ez li qawîşan bi alîkariya hevalên xwe dikarim bijîm. Destwerdanek li dijî rojnamegeran bi taybetî jî li dijî rojnamegerên kurd heye. Li welatekî heke çapemenî ne azad be, tu kes ne azad e, hûn jî nikarin azad bin. Ez berdana xwe tehliye û beraeta xwe dixwazim.”
Abî: Gelo çêkirina nûçeyan sûc e?
Rojnameger Şehrîban Abiyê destnîşan kiriye ku ajansa JinNewsê ya ew lê dixebite ajansek fermî ye û wiha axiviye:
“Piştî em hatin girtin 5 meh şûn de îdianame hat amadekirin. Heke navê wê îdianame be… Di çar mehên ewil ên 2020an de bi awayê teknîkî min şopandine. Min nûçeyên îstîsmara zarokan û nûçeyên jinan çêkiriye. Gelo çêkirina van nûçeyan sûc e?”
Ûgûr: Ji ber nûçeya helîkopterê hatime girtin
Rojnameger Cemîl Ûgûrî jî wiha parastina xwe kiriye: “Ez rojnameger im û li vir rojnamegerî tê darizandin. Di îdianameyê de tê gotin ku tenê nûçeyên civakî hatine çêkirin û nûçeyên talankirina xwezayê, spor û magazînê nehatine çêkirin. Lê halbûkî me di erdheja Elbaka Wanê de wêneyên ku bikevin bîra Tirkiyeyê girtibûn û nûçe çêkiribûn. Ajansa ez lê dixebetim Ajansa Mezopotmayê ajansek yasayî ye. Hevdîtina telefonê ji min hatiye pirsîn, ev hevdîtin jî min li gel çavkaniyên nûçeyan pêk aniye. Ji ber ku min nûçeya du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin çêkir, ez hatime girtin. Ev ne sûc e. Nûçeyên me xwe dispêre nêrînên çavkaniyan, raporên nexweşxaneyê û beyanên şahidên bûyerê. Ev nûçeyên terza îşkenceyê ji bo feydeya raya giştî ye.”
Ûgûrî diyar kiriye ku di karê rojnamegeriyê de karta zer a çapemeniyê ne şert e û wiha gotiye: “Dîmenên di telefona min de min nedîtine û min di medya civakî de parve nekirine. Ji ber ku min wezîfeya xwe ya rojnamegeriyê pêk anî, ez van tohmetan qebûl nakim. Ji ber ku rojnamegerî ne sûc e.”
Dûrgût: Neheqî tê kirin
Pişt re rojnameger Zeynep Dûrgût bi rêya SEGBÎSê ji Dadgeha Cizîrê beşdarî danişînê bûye û wiha gotiye: “Ragihandina bûyerên derbarê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo telvîzyonê ne sûc e. Îro kîjan televizyon li min bigere ez ê ragihînim. Ez rojnameger im. Gelek jin li vî welatî tên kuştin. Ragihandina nûçeyên 8ê Adarê çawa dibe sûc? Tişta tê kirin neheqî ye. Ez neheqiyê qebûl nakim. Nûçeyên ez çêdikim nûçeyên derbarê jin û zarokan de ne. Nûçeyên xwezayê ne. Ez dixwazim beraet bikim.”
Serokê heyetê ji parêzerî re gotiye: Ma çi hewce dike
Piştî parastina rojnamegeran Ekîn Yeter, parêzera rojnamegeran xwestiye ku dua şahidan bîne dadgehê. Lê serokê heyeta dadgehê gotiye, “Ma çi hewce dike, hûn gelekî bi kelecan in.”
Paşê parêzer Veysel Ok, Hevdîrektorê MLSAyê axiviye û wiha gotiye: “Bûyera îşkenceyê dikin nûçe, paşê hemû Tirkiye vê nûçeyê dibihîze. Em dibînin ku dozger bi vê motîvasyonê li kargehên hevalên rojnameger li delîlan digere. Îdianame bi xwe delîla wî tiştî ye ku doz ne hiqûqî ye.”
Dadgehê biryara tehliyeyê daye
Piştî parastina parêzeran paraznameyên xwe pêşkêş kirine dadgehê biryar daye ku her çar rojnameger tehliye bikin. (HA/FD)