Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Ewropayê di dawiya salên 1940î de kurdan dest bi xebatên çandî û siyasî siyasî kirine. Kesên weke Nûredîn Zaza, Abdulrahman Qasimlo, Hemreş Reşo, Kamûran Bedirxan, Îsmet Şerîf Vanli rêxistinên xwendekaran ava kirine û dest bi xebatên weşandina kovaran û pirtûkan kirine. Her weha piştî wê jî karker û penaberên siyasî ev xebar dewam kirine.
Bixwîne - Di Weşangeriya Kurdî De Kovargerî
Lêkolîner û akademîsyen Dr. Adnan Çelîk ku xebata wî ya vê dawiyê li ser vê serdemê û kovarên di navbera salên 1949ê û 1971yê de kurdan li Ewropayê çap kirine ye ji bianetê re behsa taybetmendiyên sereke yên van kovaran, pêşekên van kovaran û têkiliya wan a bi kurdên li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê re kir.
Çelîkî got ku, “Kovargeriyeke pirzimanî hebû. Nivîsên bi kurdî yên bi alfabeyên latînî û erebî û li gel wan jî yên bi fransizî, almanî, erebî û tirkî jî hene. Bandora welatên ku kesên kovar lê çap kirine, zimanên serdest û girseya ku ji xwe re weke hedef diyar kirine, bandor li ser bikaranîna pirzimaniyê kirine.”
Çi taybetmendiyên sereke yên wan kovaran hebûn ku di dema Şerê Sarî de li Ewropayê derdiketin?
Divê ez bibêjim ku ez behsa destpêka serdema em jê re dibêjin Şerê Sarî dikim. Yanî ew dema ku Şerê Duyem ê Cîhanê qediya û heta destpêka sala 1970yî. Bi gotineke din ez li ser wê serdemê kad dikim ku Kamûran Bedirxan di sala 1947ê de bûye berpirsê kursuya beşa Kurdî ya Dibistana Netewî ya Zimanên Rojhilatî yên Zindî li Parîsê û di sala 1948ê de Bultena Navenda Xebatên Kurdan (Bulletin du centre d’études kurde) derxistiye. Ji vir destpê dike heta çapkirina kovara Ronahiyê ya HEVRA’yê di sala 1971yê de. Dema em li taybetmendiyên wan ên sereke dinêrin em rewşeke wiha dibînin:
Di serî de divê ez bibêjim ku kovargeriyeke pirzimanî hebû. Nivîsên bi kurdî yên bi alfabeyên latînî û erebî û li gel wan jî yên bi fransizî, almanî, erebî û tirkî jî hene. Bandora welatên ku kesên kovar lê çap kirine, zimanên serdest û girseya ku ji xwe re weke hedef diyar kirine, bandor li ser bikaranîna pirzimaniyê kirine.
Bi piranî temenê van kovaran kurt bûye. Kurdistan 19 hejmar, Bultena Navenda Xebatên Kurdan 13 hejmar, Çiya jî 8 hejmar derketiye. Hinên din bi tenê 3-4, hin jî bi tenê yek hejmar çap bûne. Qalîteya qaxizên van kovaran ne gelekî baş e, gelek ji wan bi awayê stensilê ango li ser qaxizên teksîrê çap bûne. Zehmetiya mezin di weşanên kurdî yên bi zimanê latînî de derdiket. Qalibên ku tîpên î, û, ê û yên weke wan çap dikirin,nebûn. Car caran piştî kovar çap dibû bi destan ew kumikên van tîpan dihatin nivîsandin. Derfetên madî yên xwendekaran gelekî kêm bûn, ji ber wê jî çapkirin û belavkirina kovaran jî zehmet bû. Gelek xwendekaran him zimanê xwe yê dayikê him jî zimanên wan welatên lê dijiyan baş bi nizanîbûn.
Kovar di konteksta Şerê Sarî de derdiketin û rageşiyên îdeolojîk yên serdest yên wê demê bandor li wan dikir. Piranî di van kovaran de sempatiyek li Cîhana Duyem û Cîhana Sêyem hebû. Komunîzma Sovyetan bi taybet di nava xwendekaran de gelekî populer bû. Di sala 1949ê de komeke xwendekarên kurd li Lozanê kovara Dengê Kurdistan, di sala 1956ê de jî Komeleya Xwendekarên Kurd a Ewropayê (KSSE) kovara Kurdistanê çap dikirin. Sempatiyeke mezin a Sovyetan di van kovaran de diyar bû.
Ji bilî Bulletin du centre d’études kurde û Mihûlgeha Kurdî: l’Epreuve kurde ya Kamûran Bedirxanî li Parîsê derdiketin, xwendekarên kurd ên li Ewropayê kovarên din çap dikirin. Ji xwe xwendekarên kurd xebatên kovargeriya li Ewropayê yên salên 1950î û 60î bi rê ve dibirin. Lê piştî nîvê 1960î Fakat 1960’larin gelek kedkarên kurd ji Tirkiyeyê ber bi welatên weke Almanya û Hollandayê hebûn. Em dibînin ku cara pêşiyê di sala 1971ê de di kovara Ronahiyê ya Rêxistina Kurdên Tirkiyeyê yên Şoreşger li Ewropayê (HEVRA) de li gel xwendekaran ev karker jî hene. Piştî destpêka sala 1970î birêxistinbûna karkeran berbelavtir û girseyîtir bûye.
Tenê du kovar hebûn ku bi kurdiya kurmancî hu bi tîpên latînî (Hawar) çap dibûn. Yek ji wan kovara Hêviya Welêt bû ku Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê ye û bi tenê sê hejmar çap bûne. Ev kovar di navbera salên 1963 û 1965î de derketiye. Hemreş Reşo edîtorê kovarê bûye. Serdar Araratî û Mihemed Salih Cûma, endamên lijneya weşanê bûne. Kovara duyem jî ya Çiya bûye ku Hemreş Reşoyî di navbera salên 1965 û 1970î de çap kiriye. Ev kovar jî bi tenê 8 hejmar derketiye.
Yên ku ev kovar çap dikirin kî bûn û bi derxistina van kovaran çi armanc dikirin?
Li jorê jî min got, ji bilî Kamûran Bedirxanî rêxistinên xwendekarên kurd û xwendekarên kurd ên di van rêxistinan de têkoşîn dikirin pêşekiya van kovaran dikirin. Yekem kovara ku tevgera xwendekaran çap kiriye Dengê Kurdistan – La voix du Kurdistan – The voice of Kurdistan e. Ev kovar li gorî armanc û hedefên xwe yên siyasî û çandî derxistine. Nureddîn Zaza, Îsmet Şerîf Vanli, Abdulrahman Qasimlo û xwendekarên ku di sala 1949an de ji bo xwendinê hatine Ewropayê komeke bi navê Ciwanên Kurd ên Demokratîk ava kirine ku ev kes him di têkoşîna kurdan a li Ewropayê him jî ya li Kurdistanê xebateke gelekî mezin kirine. Vê komê ew kovara navborî derxistine. Kovar bi zê zimanan (Fransizî, Kurdî, Ingilîzî) nivîs diweşandin. Kovarê armanc dikir ku têkoşîna rizgariya gelê kurd ragihîne û xwendekarên kurd bîne ba hev.
Kovara Kurdistanê ya ku Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê di sala 1958ê de çap kiriye, dixwest xebatên şaxên xwe yên li welatên din û di serî de Şoreşa Îlonê ya di sala 1961ê de li Başûr destpê kiriye, ew têkoşînên siyasî yên kurdan li çar parçeyan dane destpêkirin, ji cîhanê re ragihîne. Di vê kovarê de nivîsên wan kesan dihatin çapkirin ku di warê Kurdolojiyê de şareza bûne. Şaxên cida yên komeleyê hewl dane ku gelek kovaran çap bikin lê temenê yekê ji wan jî dirêj nebûye. Weke mînak em dikarin bibêjinku li Yûgoslavyayê Karwan, li Hollandayê Payman, li Berlînê Pirşing, li Brîtanyayê Dengê Komelê çap bûne. Naveroka van kovaran li gorî profîlo xwendekarên li wan şaxan diguherî. Hin di bin bandora Sovyetan û Partiya Komunîst a Iraqê, hin di bin bandora Îbrahîm Ahmed û Celal Talebanî yên ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) veqetiyan û di sala 1975ê de bi navê Yekîtiya Niştiman a Kurdistan (YNK) ava kirin, hin jî di bin bandora xeta PDKya ku Mûstafa Barzaniyî serokatiya wê dikir, de bûn.
Di dawiya salên 1960î de rêxistinên penaberên siyasî, xwendekar û karkerên Bakurî li Ewropayê hin rêxistin ava kirin. Van rêxistinan jî hin kovar weşandine. Em dikarin kovara Ronahiyê ya ku Rêxistina Kurdên Tirkiyeyê yên Şoreşger li Ewropayê (HEVRA) û ya BAHOZ ya ku Rêxistina Milîtanên Şoreşger ên Kurdistanê weke mînak bidin. Her du rêxistin jî di dawiya salên 1960î de ava bûne û hemû endamên wê Bakurî bûne. Her du kovar jî du zimanî bûne (Kurdî-Tirkî). Li gor nêrîna min sê xalên esasî hebûn ên ku van her du rêxistinan û kovaran girîng dikin: (1) Heta dawiya salên 1960î di nava xwendekarên kurd ên dihatine Ewropyê de hejmara xwendekarên Bakurî gelekî kêm bû. Başûrî bûn yên hîmên esasî yên tevgera xwendekarên kurd. Lê di salên 1960î de ji Tirkiyeyê gelek karker û ji ber sedemên siyasî gelek penaber hatine Ewropayê. Bi vê re hejmara Bakuriyan zêde bûye hu bi van her du rêxistinan re weke ku ji parçeyên din cidabûnek an jî “xweserîbûnek” pêk hatiye.
Li gel xurtbûna tevgera sosyalîst û kurdan li Tirkiyeyê û dubendiya di navbera alîgirên Sovyetan, alîgirên Barzaniyan, alîgirên Ahmed-Talebaniyan a di nava Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê de bûye sedema vî tiştî. (2) Ev her du rêxistin nîşaneya wî tiştî bûn ku navendîbûn êdî herifiye û bandora karker û penaberên siyasî bêhtir dibe. Ev rewşa nû weke destpêka nû ya guhertina dîrokî ya dîasporaya kurdan jî dibe were qebûlkirin. (3) Ev her du rêxistin bûne navbeynkar tecrubeyên têkoşîna çandî û siyasî ya kurdan ya sedsala 21ê were nasandin û ji wan de sûdê wergirin. Serdar Araratî (Nîzamettîn Kaya), yek ji avakarên HEVRAyê ji nîvê sala 1950î û pê ve li Ewropayê bû û di Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê de roleke gelekî aktîf lîstiye. Hemreş Reşo (Hamdî Tûranli) yek ji avakarên BAHOZê jî di destpêsa salên 1960î de hatiye Ewropayê û him di nava tevgera xwendekaran de him jî di xebatên PDKyê yên li Ewropayê de bi awayekî aktîf kar kiriye. Her du jî kadroyên esasî yên kovara Hêviya Welêt bûn ku, yekem kovara li Ewropayê bi kurmancî û tîpên latînî çap bûbû. Hemreş Reşo dîsa kovara Çiya çap dikir ku weke dewama vê kevneşopiyê ye. Ev pêvajoya bi avakirina HEVRA û BAHOZê bi encam bûye xwe spartibû wê tecrubeya kurdên bakur ku Kurdolojiya Sovyetan, mîrateya Ekola Hawarê, tecrube û asoya siyasî ya Şoreşa Îlonê û li gel wê jî tevgerên rizgarîxwaza netewî, antî-emperyalîst, antî-kolonyal a li Cîhana Sêyem bilind dibe ji nêz ve şopandine.
Ev kovarên ku li Ewropayê çap bûne, bandoreke çawa li kurdên li Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Îran û Iraqê kirine? Têkiliyeke çawa di navbera wan de hebû?
Divê destpêkê vê bibêjim ku weşangerî û bi taybet jî kovargeriya kurdî ya li Ewropayê dihate kirin, di serî de Tirkiyeyê, Îran, Irak û Sûriyeyê ev xebat ji bo xwe weke xetereyek dinirxandin. Dewletên navborî dixwestin ev weşan nekevin nava sînorên wan û ew qedexe dikirin. Ji ber ez bi erebî û farisî nizanim, ne mimkun bû ku ez bizanibim bê ka li Iraq, Sûriye û Îranê bi çi awayî hatine qedexekirin. Lê ez tecrubeya li Tirkiyeyê dizanim. Di encama lêkolînên min li Arşîva Komarê ya Serokwezîrtiyê kir de, min dît ku di navbera salên 1948 û 1971ê de ketina nava welat a bi dehan kovarên li Ewropayê derdiketin û belavkirina wan a li Tirkiyeyê bi biryarnameyan qedexe kirine. Lijneya Wezîran bi biryarnameyan Bulletin du centre d’études kurde ya Kamûran Bedirxanî çap dikir di sala 1950î de, Kurdistan a ku Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê di sala 1960î de, BAHOZ jî di sala 1970yî de qedexe kiriye. Heta Lijneya Wezîran di 25ê Kanûna Paşiyê ya 1967ê de li dijî weşanên bi kurdî ên li Ewropa û Iraqê hejmara wan her diçe zêde dibû biryareke gelekî radîkal daye. Li gorî vê biryarê “tiştên çapkirî, plak, bandên dengan û yên weke wan lên bi kurdî li derveyî welat çap dibin xistina wan a nava sînorên welêt û belavkirina wan” qedexe kirine. Ev biryar di 14ê Sibata 1967ê de di Rojnameya Fermî de weşandine û bicih anîne.
Lê helbet qedexe li ber ketina van weşanan a li nava welat bi temamî nedibû astengî. Gelek şahidên van tiştan diyar dikin ku ev weşan gihîştine parçeyên cida yên Kurdistanê. Divê ez bibîr bixim ku roleke cdî a qaçaxçiyan di vî karî de heye. Heke ez vegerim ser pirsa te, belkî em ne behsa bandora van kovaran lê em dikarin behsa tevna ku bi rêya van kovaran ava bûne bikin. Gelek kêm kesan dikarîbû van kovaran bi dest bixin lê zêdetir kes hebûn ku ji xebatên wan haydar bûn û ketina nav van tevnan bi xwe dihate wateya tecrubeyeke siyasî ya cidî.
Heke ez bixwazim mînakekê ji Bakur bidim, HEVRA ne tenê kovara Ronahiyê çap dike, her weha weşanên derbarê dîrok, edebiat, têkoşîna siyasî û Kurdolojiyê de jî çap dikir. Gelek milîtanên ku di salên 1970yî de di nava têkoşîna siyasî ya kurdan de cih girtine diyar kirine ku ev weşanên HEVRAyê bi awayekî gihîştine welêt û hatine xwendin. Ji bo vê em dikarin pirtûka ku Hidir Mûratî (Kemal Bûrkay) ya bi navê “Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd a Di nava Şert û Mercên Tirkiyeyê de” mînak bidin. Weşanên Ronahiyê ev pirtûk di sala 1973yê de çap kiriye. Ev pirtûk yek ji wan xebatan e ku teza “Kurdistan Mêtingeh e” bi awayekî nivîskî nirxandiye. Ev tez di nîvê salên 1970yî de ji bo gelek fraksiyonên kurdan bûbû weke hîmekî esasî.
Ez wisa difikirim ku jinûve zindîkirina mîtên netewî yên weke Newrozê (li Başûr bi formeke çandî ji xwe dihate pîrozkirin), Kurdolojiya Sovyetan û agahdariya ji mîrateya Ekola Hawarê û birina wan a ber bi Bakurî, ve rola “navbeynkar” a tevnên aktivîzm û weşangeriya Ewropayê gelekî girîng e. (FD)