Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hawar yekem kovara kurdî ye ku bi tîpên latînî hatiye çapkirin. Him ji ber vê hêla wê him jî ji ber bandora wê ya li ser ziman, wêje, çand û hunera kurdî, Hawar di weşangerî û rojnamegeriya kurdî de, di wêje û hunera kurdî de weke ekolekê tê qebûlkirin.
Kovar bi armanca êş û azarên ku tê jiyîn bigihînê cîhanê di 15ê Gulana sala 1932an de li Şamê dest bi weşanê kiriye. Roja 15ê Gulanê ku roja yekem hejmara kovarê çap bûye iro ji aliye Kurdan ve weke Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Bixwîne - RêzeWebînar wê bi "Kovargeriya Kurdî ya li Ewropayê" dewam bike
Di Kovara Hawarê de ku bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan ava bûye gelek rewşenbîr û nivîskarê wê demê nivîs nivîsandine. Nivîskar û rewşenbîrên wek Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûrettîn Zaza, Qedrîcan, Kamûran Elî Bedirxan, Rewşen Bedirxan û Qedrî Cemîl Paşa. Digel zihmetî û zorkêşiyan heta sala 1943an 57 hejmarê Hawarê derketiye. Hejmara dawî ya Hawarê di 15ê Tebaxa 1943an derketiye û piştî vê hejmarê weşana Hawarê bi dawî bûye. Hawarê bi lêkolîn û nivîsên têkildarî kurdî, çand, dîrok, erdnîgarî, folklor, muzîk û hunera Kurdan rêgehek afirandiye û bandor li weşanên piştî xwe jî kiriye.
Bixwine - Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî
Ronayî Onena ku li ser Hawarê xebatên akademîk û lêkolînan dike Hawarê wiha penase dike: “Hawarê di serî de bandoreke mezin li zimanê Kurdî kir. Bingeha zimanê standart a nivîskî danî. Ev bingeh rê li ber xebatên li dû xwe vekir. Heta roja îroyîn jî bandora wê di temama xebatên li ser zimanî heye.”
Onenê derbarê Kovara Hawarê û têkiliya wê ya bi avakirina nasnameya netewî re pirsên bianetê bersivind.
Têkilîya amûrên çapemenîyê û avakirina nasnameya neteweyî çi ye?
Di sazkirina nasnameya neteweyî de avahîya herî bi bandor hevbandorîya civakî ye. Ango ji bo takekes hîmên nasnameya neteweyî yên wekî ziman, xak, dîrok, hevgirtina çarenûsê, û hin nirxên din ên hevpar an jî remzên hevpar derxin ser rûyê hiş divê bi hev re di têkiliyê de bin û di nav ragihandineke beramber de bin. Amrazên ragihandinê yên girseyî wekî rojname, kovar û hwd ji bo ku têkilîya di navbera van hêmanan bête danîn û ji bo xurtkirina wan gelekî bi bandor in ku rê li ber hevbandorîyê vedikin. Vê yekê çawa pêk tînin? Di serî de qadên aîdîyetê/ xwemalîbûnê yên hevpar amade dikin, di navbera çandên cuda de hevbandorîyê saz dikin, hestên şahî û şînê yên hevpar xwedî dikin ango dikin ku takekes ji heman bûyeran bi awayekî wekhev bandor bigirin, bi hev re şad bibin, biqehirin an jî hêrs bibin da ku xwe girêdayî komekê hîs bikin. Ji lewre çapamenî an jî em bêjin medya roleke xwe ya girîn heye di avakirin û xurtkirina nasnameyan de.
Wekî amûreke ragihandinê kovara Hawarê di rewş û demeke çawa de derket? Armanca wê çi bû?
Di 15ê gulana 1932yan de, komeke rewşenbîrên kurd bi pêşengiya Celadet Bedirxan ve hejmara yekem a kovara Hawarê (1932-1943) çap kir.
Wekî hemî bûyerên dîrokî kovara Hawarê jî bêyî paşxaneyeke dîrokî nebişkuviye. Kovara Hawarê û nivîsakarên wê ji aliyê çandî, dîrokî û siyasî ve xwe dispêre netewerperwerên beriya xwe wekî rewşenbîrên di Rojnameya Kurdistanê, Rojnameya Arîkarî û Pêşveçûna Kurdan (Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi / KTTG), û kovarên Roj-î Kurd, Hetawî Kurd û Jînê de hewldane ku vegotineke neteweperwer saz bikin. Ez wisa bawer dikim ku Celadet Bedirxan û hevrêyên xwe ji tecrubeya van kovaran û tevgerên siyasî û çandî ya li pişt van kovaran xweyî bûne.
"Bipêşxistina zimanê kurdî armanceke sereke bû"
Armancên kovarê di bin van serenavan de derdikeve pêş; Terîfkirin û diyarkirina rêzimana kurdî; xebateke beravirdî ya li ser zaravayên cuda yên zimanê kurdî; çapkirina berhemên klasîk û folklora kurdî; çapkirina xebatên etnografîk ên li ser kevneşopiyên kurdî lêkolînên li ser dîrok û erdnigariya Kurdan. Ji nav wan bipêşxistina zimanê kurdî bi alfabeya latînî armanca sereke bû.
Helbet jiyana Celadet Bedirxan hêjayî gotinê ye ku mirov baş têbigihêje ka ezmûneke çawa ew aniye merheleya weşandina kovarekê û kovar di rewşeke çawa de derçûye. Celadet Bedirxan kurê Emîn Alî Bedirxan e ku yek ji avakarên Komeleya Bilindkirina Kurdistanê ye. Tê zanîn ku di nûciwantîya xwe de ew bi xwe jî wekî endamê komeleyê xebitîye. Em ji rojnivîska Edward William Charles Noel hîn dibin ku Celadet û birayê xwe yê biçûk Kamiran di gerên Noel ên bo Kurdistanê yên di sala 1919an de rêhevaltiya wî kirine. Noel karmendekî îstîxbarata Brîtanî bû û li rêyekê digerîya ku Kurdan li dor armanca Kurdistanê bicivîne. Ew gera wan bi midaxeleyên Mustafa Kemal ve hatiye qutkirin.
Celadet Bedirxan mecbûr maye ku wek sirgûnekî ji Tirkiyeyê derkeve (îlon 1922) û bo demekê li Fransa û Elmanyayê maye (1922-1925). Celadet Bedirxan di sala 1925an de ji Elmanyayê derbasî Misrê dibe û di sala 1927an de diçe Lûbnanê û di demeke kin de bûye yekemîn serokê hilbijartî yê komeleya neteweperwer, Xoybûnê. Wekî tê zanîn Xoybûn tevgera li dû serhildana Agirîyê ye. Li dû têkçûna Serhildana Agirîyê berê xwe daye Sûriyeyê.
Dema ku Celadet Alî Bedirxan hatiye Sûriyê, ew der di bin Desthilatiya Mandayî ya Fransayê de bû. Di heman heyamê de gelek rewşenbîrên kurd ên neteweperwer ên ku berê li Stenbolê bûn berî Celadet hatibûn Sûriyeyê. Bi hatina wan rewşebîrên kurd ên neteweperwer, di nava hejmara kêm a kurdên Sûriyeyê de hizreke neteweperwer derketiye holê.
Têkçûna Serhildana Agiriyê ya di sala 1930yan de bû bingeha venûkirina stratejiya leşkerî ya kurdan. Rewşenbîrên kurdan pê hesiyan ku ji bo kêşana hemî kurdan a ber bi têkoşînê ve û komkirina wan li dora nasnameyeke hevpar divîya hişmendiyeke neteweyî bihata avakirin.
Hawar di serî de li gel piştgirîya Kamuran Bedirxan û Qedrîcan ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatiye weşandin, piştre rewşenbîrên wekî Osman Sebrî, Cegerxwîn û Nûredîn Zaza jî tevlî wan bûne. Rewşenbîrên navborî bi taybetî jî Celadet û Kamiran Bedirxan wisa bawer dikir ku ji bo xurtkirina hesta aîdiyeta miletê kurd pêdiviyeke mezin heye, lewre wan biryar da ku bi rêya çapemenîyê vê yekê pêk bînin. Paşxane û ezmûnên li dû Hawarê kêm zêde ev in.
Hawarê bandoreke çawa li kovargerîya Kurdan kiriye?
Hawarê di serî de bandoreke mezin li zimanê Kurdî kir. Bingeha zimanê standart a nivîskî danî. Ev bingeh rê li ber xebatên li dû xwe vekir. Heta roja îroyîn jî bandora wê di temama xebatên li ser zimanî heye. Hawar xwedî nîvendeke berbiçav a neteweperwer e ji lewre vegotineke netewesaz diafirîne û ev vegotin xwe dispêrê çend hîmên bingehîn ku yek ji wan ziman e. Ji bo rewşenbîrên kurd gelek girîng bû ku zimanê kurdî bi pêş ve bibin û wî bikin zimanekî yekgirtî û navgîneke wisa ku kurd pê bigihêjin hestiyara nasnameyeke hevpar. Lewre jî yek ji hîmên bingehîn a netewesaziya heyema navborî ziman bûye.
"Bandoreke mezin li kovargeriyê kiriye"
Lîteratur dest nîşan dike ku, heke ziman ji aliyê girseyeke mezin ve bê qebûlkirin û meşrûkirin, sembolên zimên ji bo rewşenbîrên siyasî dibin çekên hêzdar ên siyasî. Hebûna zimên hebûna neteweyê meşrûtir dike. Ji lewre ji destpêka sedsala bîstemîn û pê ve armanca sereke ya rewşenbîrên kurd ew bû ku ji bo ragihandina axêverên ji guhertoyên cuda yên zimên zimanekî navgîn çêbikin. Wekî pêşrewên xwe yên ku di weşanên beriya wan de dinivîsandin, kadroya Hawarê jî hewl da ku zimanekî yekbûyî çêbikin da ku hestiyara nasnameya hevpar hişyar bikin. Serkeftina vî karî bû nesibê Hawarê.
Dema em li bandora Hawarê ya li ser kovargerîya kurdî dinêrin, di serî de ji kovarên li Ewropayê di salên 1980î de çap bûne xetekê daye ser şopa Hawarê û di kovarên xwe de hewla pêkanîna hişmendîya neteweperwerîyê daye. Her wekî Hawarê wan jî hewl daye ku vê yekê ji ser zimên ve pêk bînin. Wan jî ziman wekî dîyardeya nasnameya Kurd, li hember desthilatdarîyê wekî qada liberxwedanê û wekî merca bingehîn a hebûna neteweya Kurdan dest nîşan kirine. Wekî kovara Hêvî ya ku ji alîyê Enstîtuya Parîsê ve hatiye derxistin. Dîsa kovarên ku daye ser vê şopê dest avêtine kar û barên bipêşxistina zimanî jî û wan ji xwe re standarda ku Celadet danîye kiriye bingeh. Ev xet hê jî di kovargerîya Kurdî de xwedîyê temsîlîyetekê ye û berdwema e.
Derbarê Ronayî Onenê deRonayî Onen dibistana seretayî, ya navincî û lîse li Dêrikê qedandiye. Li Zanîngeha Marmarayê di Beşa Perwerdehiyê de xwendiye. Di dibistan û kursên cûda de mamostetiya îngilîzî kiriye. Lîsansa xwe ya bilind li Zanîngeha Bilgiyê, di beşa Lêkolînên Çandî de kiriye. Piştî ku di sala ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê belgeya mamostetiya Kurdî stendiye, dest bi mamostetiya Kurdî kiriye. Ji sala 2005an ve ye wekî mamoste û aktîvîsta zimanê Kurdî xebatê dike. Di navbera 2009-2018an de li Zanîngeha Bilgiyê mamostetîya Kurdî kiriye. Ji bo hînkirina zimanê Kurdî pirtûkên dersê nivîsandine. Berhemên wê; Hînker I, II, III (pirtûkên hînkirina zimanê kurdî), li gel Samî Tan, Stenbol: Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê. 2009-2020 1990'larda Kürtler ve Kürdistan, berhevkarî li gel Bülent Bilmez, Ayhan Işık, Tahir Baykuşak, Stenbol: Weşanan Zankoya Bilgiyê, 2015 Kovara Hawarê û Rola Zimên a di Netewesaziya Kurdî de, Stenbol: Weşanên Peywend, 2019 |
(FD)