Fotograf: DİHA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî îro biryara xwe aşkere kiriye û gotiye ku Xala 17an a Destûra Bingehîn a derbarê qedeqeya kiryarên ne li gorî rûmeta mirovan de ye, Xala 26an a derbarê azadiya xweîfadekirinê de ye û ya 28an a derbarê azadiya çapemeniyê de ye, hatiye binpêkirin.
Her weha ji bo encamên van binpêkirinan ji holê rabe, Dadgehê biryar daye ku careke din lêpirsîn were kirin.
Wê 15 hezar TL tazmînata manewî bidin Kuralê.
Gotibû “wê ti tişt nebe weke berê”
Polîsan di 6ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de dema xwendekaran li Beyazita Stenbolê Lijneya Bilind a Hindekariyê (YOK) protesto dikirin, xwestin Beyza Kural, nûçegîhana bianetê desteser bikin. Her weha xwestibûn destê wê li paş wê kelemçe bikin.
Di vê navberê de polîsekî bi dengekî bilind got “Wê êdî ti tişt nebe weke berê, em ê vê nîşanî we bidin.” Li ser midaxeleya rojnamegerên din Kural serbest bûbû.
Beyza Kuralê giliyê polîsan kiribû lê lêpirsîna wan nehatibû kirin û dadgehan bi sedema ku “erka xwe ya bikaranîna tundiyê derbas nekiriye” serlêdana Kuralê qebûl nekiribûn.
Dadgeha Desthura Bingehîn di biryara xwe de diyar kiriye ku karta saziyê ya zer a rojnamegeriyê di stuyê Beyza Kuralê de bûye û kamerayan liv û tevgerên polîsan qeyd kirine.
Dadgehê her weha diyar kiriye ku polîsan Kural asteng kirine û nehiştine ew karê xwe yê pîşeyî bike. (AS/FD)