Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ferhat Çelîk, Berpirsê Karûbarên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê ku ji ber nûçeya “Li Baybûrtê kêzikan dixin xwarinên girtinan” doz lê hatibû vekirin, di danişîna yekem a dadgehkirinê de beraet kiriye.
Piştî ku nûçe hatibû weşandin rêveberiya Girtîgeha Tîpa Myê ya Baybûrtê giliyê Çelîkî kiribû û doz lê hatibû vekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Baybûrtê di 21ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de îdianame amade kiribû. Serdozgeriyê bi îdiaya ku “sûc li hev aniye” xwestibû li gorî Xala 271an a Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) heta 3 salan cezayê girtîgehê li Çelîkî were birîn.
Doza dadgehkirina Çelîkî li Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Baybûrtê bi rê ve çûye.
Çelîk li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûye. Di dema danişînê de dozgerî gotiye ku nûçe li gorî azadiya çapemeniyê û ya xweîfadekirinê de ye û xwestiye Çelîk beraet bike.
Sercan Korkmak, parêzerê Çelîkî jî gotiye ew tevlî nêrîna dozgerî dibe û dixwaze miwekilê wî beraet bike.
Çelîkî jî diyar kiriye ku nûçeya wî li gorî açadiya xweîfadekirinê ye û ew dixaze beraet bike. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara beraetê daye ji bo Çelîkî. (SO/FD)