Fotograf: Hikmet Adal / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) beriya jinûve dadgehkirina Erol Onderoglû, nûnerê RSFyê li Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fincanci, Seroka Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) û nivîskar Ahmet Nesînî, derbarê rewşa azadiya xweîfadekirinê ya li Tirkiyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Onderoglû, Fincanci û Nesînî di doza rojnameya Ozgur Gundemê de bereat kiribûn lê biryara beratkirina wan betal bûbû û wê di 3yê Sibatê de careke din werin dadgehkirin.
RSFya ku hejmarên xwe bi alîkariya bianetê, hevkara xwe ya xwecihî amade dike diyar kiriye ku ev hejmar ji Tîrmeha 2016an û heta niha rewşa zextan nîşan didin. Her weha gotiye ku karsazên nêzîkî hikûmetê ne, ji sedî 90ê medyayê kontrol dikin.
Li gorî daxuyaniya RSFyê rewşa azadiya çapemeniyê û ya xweîfadekirinê li Tirkiyeyê wiha ye:
200
* Li Tirkiyeyê di pênc salên dawî de zêdetirî 200 rojnameger û medyakar avêtine zindanê. 13 jê hîna jî girtî ne. Tirkiye hîna jî li cîhanê yek ji wan welatên sereke ye ku weke girtîgeha rojnamegeran e.
48
* Di sala 2020an de 48 rojnameger herî hindik rojekê desteserkirî man. Behsa aqûbeta penaberên sûriyeyî, lêkolîna ku hikûmet şewba Covid-19ê çawa dinirxîne û nûçeyên derbarê pirsa kurdan de sedemên girtinê bûn.
27 sal û nîv
* bi tohmeta ku sîxurtî kiriye û alîkarî daye rêxistinê di 23yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de 27 sal û nîv cezayê girtîgehê li Can dundar, midûrê karûbarên berê yê rojnameya Cûmhûriyetê birîn.
71
* Temenê Ahmet Altan e ku rojnamegerê herî kal e û li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin. Mehmet Altan, birayê Ahmet Altanî û rojnamegereke din, Nazli Ilicak, di gel ku Dadgeha Bilind di Tîrmeha 2019an de cezayê girtîgehê yê heta hetayê li wan hatibû birîn, betal kiriye jî hîna di girtîgehê de ne.
63
* Ji Tebaxa 2014an û vir ve ango ji roja ku Recep Tayyîp Erdogan weke serokomar hatiye hilbijartin û heta niha 63 rojnameger bi tohmeta ku “heqaret li serokomarî kirine” li gorî Xala 299ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan hatine cezakirin.
128 hezar Euro
* Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji ber ku di sala 2016an de salekê bi awayekî kêfî girtî mane biryar dabû û Tirkiye ceza kiribû ku divê 128 hezar Euroyî bide heşt xebatkarên rojnameya Cûmhûriyetê.
Ev biryar di 10ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de hatibû weşandin lê ev ne biryara yekem bû. DMMEyê di pênc salên dawiyê de biryar girtibû ku Tirkiye 234 hezar û 760 Euroyî bide rojnamegeran.
154
* Tirkiye di rêza Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya 2020an a RSFyê de, di nava 180 welatan de welatê 154em e.
139
* Di pênc salên dawiyê de 139 caran êrîşên fîzîkî birine ser rojnamegerên Tirkiyeyê. Bi tenê di sala 2020an de herî hindik êrîşî 18 rojnamegeran kirine.
160
* Herî hindik 160 saziyên medyayê bi girtinê re rûbirû hiştine. Piştî hewldana derbeyê ya 2016an tedbîrên rewşa awarte ne ji bo medyaya ku sempatiya wan ji Fethulah Gulen, serkêşê hewldana derbeyê re heye, ji bo IMC TV, Hayatin Sesi TV û medyayên din ên çepgir û kurdan jî bêdeng bikin bikar anîn.
Ev her dua saziyên medyayê ji bo weşana xwe berdewam bikin, ev pênc sal in têkoşîna yasayî didin.
Ji sedî 90
* Îro, karsazên nêzîkî hikûmetê ji sedî 90ê medyayê yên li Tirkiyeyê kontrol dikin.
Hezar û 358
* Dadwerên aştiyê yên xwecihî li ser dawxaza Serokomar Erdogan, kurê wî Bîlal Erdogan, zavayê wî Berat Albayrak û karsaz û siyasetmedarên nêzîkî hikûmetê hezar û 358 nûçeyên înternetê asteng kirine.
3 hezar û 436
* Di pênc salên dawî de 3 hezar û 436 rojnameger ji dezgehên medyayê hatine derxistin. Di sala 2020an de 215 rojnameger ji karî hatine derxistin.
276
* Di sala 2020an de 276 rojan reklam nedan rojnameyan û dahata wan asteng kirin.
(HA/FD)