Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cem Ûgûr û nûçegîhanên Jinnewsê Şehrîban Abî û Nazan Sala ji ber ku nûçeya Servet Tûrgût û Osman Şîbanî ya ku leşkeran ew ji helîkopterê avêtine û îşkence li wan kiriye, çêkiribûn hatibûn girtin û ev 101 roj in ku girtî ne.
Di 6ê Çiriya Paşiyê de hêzên emniyetê bir malên wan de girtibûn û bi tohmeta ku “Li dijî dewletê bûyerên civakî kirine nûçe” û bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” ew girtibûn.
Nûçeya wan a ku leşkeran Osman Şîban û Servet Tûrgût ji helîkopterê avêtine, weke delîl ji bo sedema girtina wan hatibû nîşandan.
Di biryara girtina rojnamegeran de wiha hatibû gotin ku ji ber bûyera îşkencekirinê derxistine holê ew girtibûn: “Ajîte û propaganda kirine, karta wan a çepemeniyê ne fermî ye lewma jî ne xebatkarên çapemeniyê ne, eşyayên di nava avahiyê de dihatin parastin dizîne, ew cûre nûçe çêkirine ku rexne li rêbazên têkoşîna li dij terorê ya Komara Tirkiyeyê kirine, ew biçûk xistine û reş kirine, nûçe derbarê bûyerên civakî de çêkirine ku li dijî dewletê ne…”
Rojnameger li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Wanê tên girtin û ev 101 roj in ku hîna îdianameyên wan nehatine amadekirin, doz li wan venekirine û di dosyayê de ti pêşketin çênebûye. (HA/FD)