İnfografik: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Erdogan, Selahattîn Demîrtaşî, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratî a Gelan(HDP) weke terorîst ragihandibû û gotibû em biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) nasnakin. Dibe ku Tirkiye ji ber vê rû bi rûyê cezayê Konseya Ewropayê bimîne. Tirkiye wê bi vê qeyranê derbasî sala 2021an bibe.
Ji alîyekî din ve bi awayekî kêfî, girtina neh xebatkar û rêvebirên berê yê rojnameya Cûmhûriyetê Tirkiye di dîrokê de rû bi rûyê cezaya herî giran a “azadiya xweîfadekirinê” kiriye. DMMEyê ji ber vê bi giştî 144 hezar Euro(milyon û 397 hezar û 200 TL) ceza daye Tirkiyeyê.
Desthilata ku ji sedî 90ê kerta çapemeniya neteweyî kontrol dike, ji ber ku nûnerên herêmî wezîfedar nekirine ceza li ser platformên medya civakî zêdekiriye. Herî dawî jî mafê tayînkirina qeyûman ji bo komele, weqfê neteweyî û navneteweyî daye xwe. Li gorî endeksa Azadiya Çapemenîya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) Tirkiye di girtina rojnamegeran de di nava 180 welaten de 154em e.
Gefa cezayê girtîgehê li rojnamegeran tê xwarin
Li gorî Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya mehên Çiriya Pêşiya, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiya 2020an herî hindik 130 rojnameger ji ber 25 qanûnên cida yên weke Qanûna Cezayan a Tirkan, Qanûna Dijterorê, Qanûna Pisayaseyên Serbest, Qanûna MÎTê û Qanûna Saziya Kontrolkirin û Sazkirinê ya Bankeyan dihatin dadgehkirin. Di çarçoveya van qanûnan de hatiye xwestin ku 9 cezayên muebetê û hezar û 613 sal girtîgehê li van rojnamegeran bê birîn.
Ji rojnamegeran 6 (Can Dundar, Ayşegul Dogan, Yilmaz Ozdîl û yên din) 52 sal û 6 meh û 25 roj cezayê girtîgehê hatiye birîn. Ger dadgeha bilind cezayên “alîkariya rêxistinê” pesend bike, karmendên rojnameya Sozcu û rêvebir û karmendên berê yên rojnameya Cumhuriyetê wê bi girtinê re rûbirû bimîne. Metirsiya girtina Ahmet Tûran Alkan û Îbrahîm Karayegen ku dadgeha bilind di doza rojnameya Zamanê de cezayê wan pesend kiribû, hene.
Bi dehan rojnameger û nûnerên çapemeniyê bi awayekî girtîne dijîn. Derketina wan ya derve qedexeye, bi şertê konrtola edlî hatine berdan û hinek jî rastî neçariyê tên ku li derveyî welat bijîn. Almanyayê aşkere kiribû ku ew rojnameger Can Dundar ku di doza TİRên MÎTê de cezaya giran a girtîgehê lê hatibû birîn, radestî Tirkiyeyê nakin.
Herî dawî li Wanê 2 jê nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê û yek jê nûçegîhanê Jinnewsê çar rojnameger bi iddiaya ku “endamê rêxistinê ne” hatine girtin û ji bo dosyeya wan biryara nepeniyê hatiye dayîn.
Dozên Serokomarî: ji 16 rojnamegeran duyan ceza xweriye
Herî hindik 63 rojnameger ji Tebaxa 2014an, roja Recep Tayyîp Erdogan weke Serokomar hate hilbijartin heta 1ê Kanûna Paşiya 2021an, ji ber ji “ heqaret li serokomarî kirine”li gorî Xala 299em a Qanûna Cezayan a Tirkan (QCT) bi cezayên girtîgehê û yên pereyan hatine cezakirin.
Bi tenê di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiya 2020an de 16 rojnameger (Ahmet Sever, Can Atakli, Ali Ergin Demirhan, Ayten Akgun, Onur Emre Yagan, Fatih Portakal, Rustem Batum, Mustafa Sonmez, Necla Demir, Cem Şimşek, Erk Acarer, Hayko Bagdat, Oktay Candemir, Hakki Boltan, Engin Korkmaz ve Atilla Taş) ji ber serokomarî rexnekirine û derbarê wî de nêrînên xwe gotine li gor vê qanûnê rûbirûyê 67 sal û 8 meh û 24 roj cezaya girtîgehê mane.
8 rojnameger li kolan, otel û edliyeyê hatine desteserkirin
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiya 2020an de ji 8 rojnamegerên ku hatine desteserkirin 2 jê ji ber qada ku navenda İHA Ar-Geyê lê ye bi îdiaye ku “bi awayekî bê destûr dîmen girtine” hatine desteserkirin. Her du rojnameger rûs bûne û nûçegîhanê NTVya Rûsyayê ne. Di vê demê de Fatoş Erdogan û Ûfûk Çerî dema çalakiyên protestoyê ango nûçeya daxuyaniyên çapemeniyê çêdikin hatine desteserkirin.
Rojnameger Çaglar Tekîn dema ku ji bo danişînê çûye edliyeyê hatiye desteserkirin. Mûrat Îde, nivîskarê rojnameya Yenîçagê jî li Gîresûnê li otela lê dimîne hatiye desteserkirin. Piştî ku îfadeyên wan girtine û ew serbest berdane. Hamdûllah Bayram, karmendê rojnameya Yenî Yaşamê li Enqereyê hatiye desteserkirin û bi sûcê “li dijî polis li berxwedaye” hatiye tohmetbarkirin. Ayşegul Aslan jî bi teblîgatê ji bo îfadeyê bide, bang kirine.
Soylû, Çakici û hesabê “Jitemci.turkeyy”î gef li rojnamegeran xwarine
Rojnameger di dema raporan de rastî gefên Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî, Alaattîn Çakici, Serekê rexistina sûcan û “Jitemci.turkeyy”, hesabê medya civakî hatine. Çakiciyî rojnamegerên girtî bi nameyan, Soylûyû, rojnameger Bariş Terkoglû û hesabê “Jitemci.turkeyy”yî jî Firat Topal, nûçegîhanê Amedê yê rojnameya Evrensele kiribûn hedef.
Rojnameger Ozlem Gurses dema onlîne rastî êrişa devkî hatiye û ev hesabana aşkere kiriye. Mehmet İnan, nûçegîhanê DHAyê li Osmangaziya Bûrsayê dema pevçûna nobedar û kesên ku biryara qedexeya derketina derve binpêkirine temaşe dike, pozê wî şikandine. Biryara “tedbîra parastinê” li ser Bariş Terkoglû û Bariş Pehlîvan hatiye rakirin.
Di heman dema sala borî de 4 jê li herêma operasyona leşkeri neh rojnameger rastî êrişê hatine. Li Buyukadaya Stenbolê rojnamegerek dema qeyrana faytona temaşe dike rastî tûndkariya polîsan hatiye.
485 nûçe hatine sansurkirin û weşanek hatiye qedexekirin
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiya 2020an de 485 nûçe ji ber ku derbarê mijarên weke gendeltiya li ser înternetê, bêisûlî, bazirganîya madeyên hişbir û îstîsmara zayendî hatiye nivîsandin, sansurkirine. Li gel malperên weke Sozcu, Birgun, Cûmhûriyet û Deutsche Welle malperên weke Millî Gazete yên nêzîkî desthilatê jî ji sansüre bêpar neman. Derbarê îdiaya ku li Wanê 2 kes ji helîkopterê hatiye avêtin de biryara qedexeya weşanê hatibû dayîn.
Mifettîşên bacê û BÎKê ji bo cezayan li ser kar in
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiya 2020an de Saziya Îlanê ya Çapemeniyê(BİK) 23 roj cezaya îlan birînê daye rojnameya BirGunê. Di vê demê de 45 roj cezaya îlanê dane rojnameya Cûmhuriyetê tene biryara pêkanîna 28 rojan pesendkirine. Di meha Kanûna Pêşiyê de 10 roj cezaya îlanê daye rojnameya Sozcu û Korkusuzê ku herdu li ser yek komêne. Mifetîşên bacê 371 hezar Lîreyê Tirkî li malpera Odatvyê birine.
Heqaret û dozên tazmînatê
Di sê mehên dawiyê de bi tohmeta “heqaret kirine” 33 rojnameger hatine dadgehkirin. Li ser hev 75 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji rojnamegeran re xestine. Şeş rojnameger (Ender Îmrek, Ûgûr Koç, Mûstafa komuş, Îbrahîm aydin, Ûgur Guç û Hazal Ocak) di dozên ku bi îdiaya “heqaret kirine” hatiye vekirin de, beraet kirine.
Di heman demê de li ser hev milyon û 300 û 10 hezar TL cezayê pereyan ji heşt rojnamegeran û li ser hev 275 hezar TL jî cezayê tezmînatê ji pênc dezgehên medyayî dixwestin.
Beşek cezayê tezmînatê li Ozcan Yaman, nivîskarê rojnameya Evrenselê birîn. Doza tezmînatê ya li dijî Pelîn Ulker, nûçegîhana kevn a rojnameya Cûmhûriyetê û Orhan Erînç, Serokê Lijneya Rêveber ê Weqfa Cûmhûriyetê yê demê nehatiye qebûlkirin. Dixwestin 10 TL cezayê pereyan li her du nava bibirin. Koma Medyayê ya Demîrorenî doz li pênc malperên nûçeyan vekir û li ser hev daxwaza 275 hezar TLyî kir. Selçûk Bayraktar, zavayê Recep Tayyîp Erdoganî doza tazmînatê li Mûstafa Sonmez, rojnameger û aborînasî vekir. Bayraktarî doza 100 hezar TLyî li Sonmezî kiriye. Dozên tazmînatê yên li dijî Alev Coşkûn, Hazal Ocak, Çîgdem Toker û Ceren Sozeriyê vebûne, dewam kirine.
Bêcezatî û lêgerîna li mafan
Doza kuştina Cemal Kaşikçi, rojnamegerî siûdiyê li Stenbolê bi lez û bez dewam dike. Erebistana Siûdiyê Kaşikçi li Konsolxaneya xwe ya li Stenbolê kuştibû. Lê doza kuştina Hrant Dînkî bêyî ku îfadeya karmendên Rêxistina Istixbaratê ya Netewî (MIT) yên gef li Dînkî xwaribûn, guhdar bikin û lêpirsînê bireh bikin, dixwazin bi lez û bez biqedînin. Doza kuştina Dînkî 14 sal in didome.
Doza kuştina Mûsa Anterî jî hêdî hêdî bi rê ve diçe ku 28 sal in didome.
Di Çiriya Pêşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê ya 2020an li ser medyaya civakî gef li rojnameger Firat Topalî xwaribûn. Topalî giliyê gefxwaran kiriye. Rojnameger Aydin Engînê ku 51 sal in vî karî dike, ji ber bêyî ti hincetekî nîşan bidin, karta wî ya daimî ya çapemeniyê nedane wî doz li Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê vekiriye. Heft dozger û dadwerên ku Ahmet Şik ji ber reşnivîska pirtûka wî ya bi navê “Artêşa Melayî” dabûn girtin bi tohmeta “erka xwe ji bo tiştên nebaş bikar anîne” û “azadî astengi kirine” li Dadgeha Bilind tên dadgehkirin. 26 sal in ku ji ber bombekirina Ozgur Ulkeyê ceza li ti kesî nehatiye birîn.
Cezayên ku RTUKê dane
Ji ber gotinên Alî Mahîr Başarir, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Mêrsînê yên derbarê fabrîkaya Paletên Tankan de, Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) bernameya HaberTurk TVyê pênc caran daye sekinandin û cezayê pereyan ê herî zêde li kanalê biriye. Vê biryarê careke din bêalîbûba RTUKê û biryarên wê yên siyasî anî rojevê.
RTUKê di Çiriya Pêşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Paşiyê ya 2020an de ji ber weşana bername û nûçeyan 110 caran cezayê pereyan li kanalên Tvyan biriye. Li ser hev 16 caran weşan daye sekinandin û carekê jî cezayê hişyarkirinê daye. Li ser hev 6 milyon û 419 hezar û 413 TL cezayê pereyan li kanalên televizyonan biriye. Du caran cezayê sekinandina bernameyê û 2 hezar û 957 TL cezayê pereyan li Radyo Harmanê biriye.
Bêkarî
Di Çiriya Pêşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê de, ji ber zextên li ser dezgehên çapemeniyê, ji ber midaxelekirina li ser karên nûçegihanan an jî li ser azadiya fikr û ramanê herî hindik 187 xebatkarên medyayê ji kar derketine, hatine derxistin. Di vê demê de Olay TVyê piştî ku dest bi weşanê kir bi 25 rojan hate girtin. Siberoja 180 xebatkarên vê televizyonê ne diyar e.
Rojnameger Gurkan Hacirî, aşkere kiriye ku digel eleqeyek ji bo bernameya wî ya bi navê “Niha Dema Siyasetê ye”, Halk TVyê weşana betal kiriye. Enver Ayseverî diyar kiriye ku wî dest ji Halk Tvyê berdaye. Di vê demê de Mehmet Metîner, parlamenterê berê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji ber ku nivîsên wî neweşandine, ji rojnameya Starê veqetiyaye. (EO/SA/NO/AY/FD)