Fotoğraf: CHP İstanbul / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malbat û hempîşeyên Metîn Goktepeyî di 25emîn salvegera kuştina wî de ew li ser gora wî ya li Esenlerê ye yadkirine. Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku 25 sal beriya niha di 8ê Kanûna Paşiyê ya sala 1996an de ji bo şopandina cinazeya du girtiyên ku hatibû kuştin çûbû Alîbeykoyê û li wir hatibû desteserkirin. Piştre bi îşkenceyê hatibû kuştin.
Di bîranînê de malbata Goktepe, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê Fatih Polat, Serokê Giştî yê EMEPê Ercument Akdeniz, Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, Serokê DîSK Basın-Îşê Faruk Eren, Seroka Gieştî ya DÎSKê Arzu Çerkezoglu, Nûnerê RSFê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu, Malbata Berkin Elvan, Parlamenter û rêveberên HDPê, Parlamenter û rêveberên CHPê û gelek rojnameger amade bûne. Komê di biranînê de dirûşmeyên "Dinivîse dinivîse Metîn dijî", "Ji înadê re em hemû Metin in." berz kirine. Dîsa dowîzên “Bila rojnamegerên girtî bên berdan" û “Metîn namirin, Evrensel nayê bêdengkirin" vekirin. Komê di biranînê de qurnefil danîn ser gora Metin Goktepe.
Meryem Goktepe: Hûn hemû Metîn in
Di destpêka yadkirinê de Fatîh Polat, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê diyar kiriye ku dema Goktepe nûçe dişopand polîsan ew desteserkiriye û wiha gotiye: "Goktepe bi tundkariya polîsan miriye. Ji ber piştevaniyê kujer hatine dadkirin û cezakirin. Gelek rojnameger hêj girtî ne. Em ê di şexsê Metîn de rastiyan bigînin gel."
Gokhan Dûrmûş, Serokê TGSê jî anî ziman ku piştî kuştina Goktepe 25 salin li Tirkiye azadiya çapemeniyê her ku diçe bi paşve diçe. Ronahiya ku Metîn û ên wekî wî pêxistin heta îro ronî dike.
Her weha ji ber pandemiyê Fadîme Goktepe, dayîka rojnameger Metîn Goktepe tevlî yadkirinê nebûye û peyama Fadîme Goktepeyê keça wê Meryem Goktepeyê xwendiye û wiha gotiye: "Hûn Metîn ji bîr nakin. Ez dema rojnamegerekî dibînim ez metîn dibînim. Hûn hemû Metîn in."
Kuştina Metîn Goktepe û doza wî
Metîn Goktepe 8ê Kanûna Paşiyê ya 1996ê ji bo şopandina cenazeyê wan girtiyan çû Alîbeykoyê ku li Girtîgeha Umraniyê hatibûn kuştin.
Lê ji ber ku karta wî ya çapemeniyê tune bû destûra ketina navçeyê nedan wî. Tevlî bi sedan kesan hat desteserkirin û ew birin Salona Sporê ya Girtî ya Eyubê. Li vir rastî tundkariya polîsan hat û hat kuştin.
Hat îdiakirin ku Metîn Goktepe ji ser dîwerî ketiye.
Doz ji Stenbolê rakirin Aydinê û bi hinceta “ewlekariyê” jî birin Afyonê.
Piştî ku dozê destpêkir bi sedan rojnameger, nûnerên rêxistinên pîşeyan, endamên Partiya Kedê (EMEP) û mafparêz bi otobusan ji Stenbolê çûn Aydinê û piştî ku doz çû Afyonê berê xwe dan wir û Doza Goktepeyî şopandin ku qasî 30 civînan berdewam kir.
Doz 28ê Îlonê ya 2000ê bi encam bû ku ji ber sûcên “bi awayekî berbiçav kuştina mirovan” û “bi rengê ku failê wê ne diyar kuştina mirovan” her polîsek rastî 7 sal û 6 meh cezayên girtinê hatin. Polîsek piştî ku Dadgeha Bilind biryar xerabkir 20 meh cezayê girtîgehê stand û 5 meh cezayê jidûrxistina erka xwe dane wî.
Yaseya Tehliyeya Bişert û Paşxistina Cezayan a di 19yê Kanûna Pêşiyê ya 2000î de derket hişt ku polîs beriya cezayê xwe biqedînin tehliye bibin. (HA/AY)