Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan bi ser mala Hakan Yalçin, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê de girtine û ew desteser kirine.
Polîs destê sibê çûne mala Yalçinî ya li Keçîorenê, navçeya Enqereyê û li mala wî geriyane. Piştî lêgerînê dest danîne ser komputera wî û bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” hatiye desteserkirin. Yalçin birine Midûriyeta Emniyetê.
Di vê navberê de Newroz Gulen, endama Meclîsa Ciwana ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî serê sibehê hatiye desteserkirin. (HA/FD)