Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo nivîskar, rêveber û xebatkarên kevn ên rojnameya Cumhuriyetê biryar da û got ku bi girtina wan re mafên wan hatiye binpêkirin, niha jî heman biryar ji bo Ahmet Şikî daye. Ahmet Şik jî di encama heman operasyonê de hatibû girtin.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku mafê ewlehî û azadiya şexsî jî di nav de mafên Ahmet Şikî hatine binpêkirin. Dadgehê 16 hezar Euro cezayê pereyan li Tirkiyeyê biriye.
DMMEyê biryara xwe ya derbarê binpêkirina mafê azadiyê û ewlehiyê li gor Xala 5em a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Xala 10em a heman peymanê daye. Ji bo vê biryarê ji 8 dadweran dadwerekî/ê dengê neyênî bikar aniye. Lê 7 dadweran erê kiriye.
Lê dadgehê îdiaya ku gotiye dadgehkirin siyasî ye nepejiradiye.
DMMEyê dîsa ji ber midaxele û desteserkirina dijhûqûqî jî biryar daye ku mafê azadiya Şikî hatiye binpêkirin.
Saadet Yuksel, dadwera Tirkiyeyî li dijî biryara ku li gor Xala 10an a PMMEyê derketiye.
Dadgeha Destûra Bingehîn gotibû “mafên wî nehatine binpêkirin”
Ahmet Şik dema ku girtî bû serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê di 2yê Gulana 2019an de biryara xwe aşkere kiribû û îdia kiribû ku ti mafên Şikî nehatine binpêkirin.
Şikî piştî biryarê li ser hesabê xwe yê Twitterê nirxandinek kiriye û biryara DMMEyê weke biryareke “siyasî” û “nejidil” penase kiriye. (HA/FD)