Fotograf: Erhan Demirtaş
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo serlêdana rêveber, nivîskar û xebatkarên kevn ên rojnameya Cumhuriyetê biryara xwe aşkere kiriye.
Rêveber, nivîskar û xebatkar di 31ê Çiriya Pêşiyê ya 2016an de hatibûn desteserkirin û paşê jî hatibûn girtin.
DMMEyê di biryara xwe de gotiye ku Tirkiyeyê mafên mirovan binpê kiriye. Her weha girtina wan tê wateya binpêkirina xala 5an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya derbarê azadiya maf û ewlehiyê û xala 10an a heman peymanê ya derbarê azadiya xweîfadekirinê de ye.
Dadgehê ji ber vê sedemê biryar daye ku Tirkiye pereyan bide Murat Sabuncu, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê wê deme, Akin Atalay, karîkaturîst Musa Kart, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor, Hakan Karasinir, Guray Tekin Oz û Bulent Utkuyî.
Li gor vê biryarê wê Tirkiye her yek ji van navan 16 hezar Euro pereyan bide.
Kart: Ez li bendî lêborînê me
Piştî biryar aşkere bû Mûsa Kartî li ser hesabê xwe yê Twitterê wih nivîsandiye: “Tiştê kum in li ber deriye girtîgehê got îro ez dubare dikim: Ez li bendî lêborînê me!..”
Onderoglû: Em hêvî dikin ku wê desthilat êdî dest ji rojnamegeran berde
Erol Onderoglû, Nûnerê Rêxistina Sînornenas (RSF) li Tirkiyeyê ji bianetê re wiha axivî: “Biryara DMMEyê nîşana wî tiştî ye ku rojnameger li gor zextên polîtîk û li ser kêfê tên bikaranîn û daraz jî tevlî van binpêkirinan dibe. Em hêvî dikin Dadgeha Bilind jî wê di dosyaya rojnamegeran de pesend bike ku nûçegihaniya rexnegirî ya derbarê rojevê de ne sûc e. Dîsa em hêvî dikin ku piştî vê cezakirina giran desthilat wê dest ji rojnamegeran berdin.” (HA/FD)