Fotoğraf: middleeasteye.net/
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ebûbekîr Şahîn, Serokê RTUKê aşkere kiriye ku Netflîxê û Amazon Prîme Vîdeoyê ji RTUKê destûrname wergirtine.
Ebûbekîr Şahîn, Serokê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) ragihandiye ku Netflîxê û Amazon Prîme Vîdeoyê ji wan destûrname stendine.
Şahînî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û gotiye, “NETFLİX û Amazon Prîme Vîdeoyê ku di platformên navneteweyî de li gor daxwazê li ser înternetê weşanê dikin, her wekû yên xwecîhî berpirsiyariyên xwe anîne cîh û ji RTUKê destûrname wergirtine. Li ser xêrê be.”(HA/AY)