Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber biryara 2yem a Dadgeha Ceza û Silhê ya Wanê, Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê (BTK) malpera JinNewsê asteng kiriye.
Bi vê biryarê re ji avabûna ajansê ango ji 25ê Îlona 2017an heta îro ev biryara 11an e ku biryara astengkirinê hatiye dayîn.
Kesên ku dixwazin bikevin malpera JinNewsê ya ku bi dirûşma "bi pênûsa jinan li ser şopa rastiyê" dest weşanê kiribû, ev nivîs derdikeve pêşberî wan: "Di derbarê vê malperê (jinnews8.xyz) de; 2yem Dadgeha Ceza û Silhê ya Wanê, li gorî biryara 22/10/2020 û bi jimareya 2020/3441, biryara tedbîra parastinê hatiye dayîn û ev biryar ji hêla Saziya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê ve tê sepandin."
4ê Tebaxê biryara astengkirinê ji bo malpera ajansê ya bi navnîşana “jinnews9.xyz”ê hatibû dayîn.
Derbarê JinNewsê de
JinNews a ku 25 Îlon 2017an dest bi weşanê kiriye, bi tirkî, kurmancî, zazakî, erebî û ingilîzî weşanê dike. Edîtorên jin û nûçegihanên jin tê de dixebitin û nûçegihaniya jinparêz dikin.
29 Çiriya Pêşiyê ya 2016an bi KHKya bi jimareya 675an 15 saziyên medyayê hatibûne girtin. Yekemîn ajansa jinan a Tirkiyeyê ya bi navê JINHA jî bi vê biryarê ve hatibû girtin. Rojnameya Şûjinê ya ku bi dirûşma “ji bo zimanê medyayê, bi niyeta şûjinê” di Berfanbara 2016an de dest bi weşanê kiribû.
Rojnameya Şûjinê jî bi biryara KHKyê ya bi jimareya 693an ve hatibû girtin.(HA/AY/FD)