Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sezgîn Tanrikulu, parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê “Rapora Binpêkirina Azadiya Xweîfadekirinê ya Kanûna Paşiyê-Îlonê ya 2020an” aşkere kiriye.
Li gorî vê raporê di di 9 mehan de ceza li 29 rojnameger-weşanger-nivîskarî hatiye birîn. 20 rojnameger hatine girtin, lêpirsînname ji bo 57 rojnamegeran hatiye vekirin an jî doz li wan hatiye vekirin. 65 rojnameger hatine desteserkirin. Êrîş li 20 rojnamegeran hatiye kirin. Biryara astengiyê ji bo 537 weşanan hatiye dayîn. Ji ber parvekirinên medyaya civakî doz li 187 kesan hatine vekirin an jî lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin.
Di raporê de hatiye gotin ku li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî Tirkiye di nava 180 welatan bi 50.02 pûanî di rêza 154an de ye.
Hatiye diyarkirin ku Tirkiye beriya niha di rêza 157an de bûye û ev jî ne ji ber pêşketinên di warê azadiya xweîfadekirinê de ye. Lê ji ber ku rewşa welatên din xerabtir bûye Tirkiye sê rêzan berjortir bûye. Dîsa ji ber guherdinên bi 1em Pakêta Reformê ya Darazê serbestbûna hin rojnamegeran e. (RT/FD)