Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cemîl Ûgûr, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê li Girtîgeha Wanê nameyek nivîsandiye û ji Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) re şandiye.
Li navçeya Şaxê ya Wanê leşker derketibûn operasyonê û di operasyonê de welatiyên bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût hatibûn desteserkirin û bi rapora nexweşxaneyê hatibû piştrastkirin ku her du welatî ji helîkopterê hatine avêtin. Servet Tûrgût miribû û Osman Şîban hêj li mala xwe tê dermankirin.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala bi hêceta ku nûçeyên derbarê helîkopterê de çêkirine hatibûn girtin.
Ugûrî di nameya xwe de behsa serpêhatiyên xwe yên di vê demê de kiriye:
"Naxwazin ku em rastiyan ragihînin"
“Di 6ê Cotmehê de polîsan bi ser mala min de girt. Min binçav kirin. Di 9ê Cotmehê de ez û sê hevpîşeyên xwe hatin girtin. Tevî ku delîlên şênber nîn in jî em hatin girtin. Di esasê xwe de ne Cemîl, Adnan, Şehrîban û Nazan hatin girtin, rojnameger hat girtin. Naxwazin ku em rastiya zext û girtinan ragihînin.
"Em dizanin ku îqtîdar di meseleya helîkopterê de aciz e. Lê belê em nikaribûn raporên nexweşxaneyê û beyanên şahidan ji nedîtî ve werin. Heke em ji nedîtî ve bihatana em ê nehatina girtin lê me yê rojnamegerî jî nekira. Em li gorî pîvanên pîşeya xwe xebitîn. Bedelê wê çi dibe bila bibe me hewl da ku rastiyê bigihînin xelkê.
"Rewşeke beredayî dide nîşandan"
"Nemaze dixwazim balê bikişînim ser vê mijarê. Dozgerî xwest em werin girtinê, di daxwaza xwe ya biêcet de, gotiye ku ‘di serdegirtinê de alavên me hatine desteserkirin, xwedîgiravê yên diziyê ne’ û girtinê xwestiye. Dozgerê ku derbarê me de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ biryara binçavkirinê daye, li ser rewşek li holê nîne girtinê xwestiye, di esasê xwe de pir eşkere ye ku li ser ‘fermanê’ girtinê xwestiye.
"Dadger jî ev hêcetê pejirand û me da girtinê. Yanî em ji ‘diziyê’ hatin girtin. Ji emniyetê heta dadger têkildarî ‘diziyê’ tiştek ji me nehat pirsîn. Asta ku bêcidîbûn û beredayîtiya hiqûqa Tirkiyê dide nîşandan di tu demê de neketiye vê rewşê.
"Ji rojnamegerî 20 salî re gotin 'tu ne rojnameger î"
"Li aliyê din dadger bi îdiaya ‘karta me ya zer a çapemeniyê’ nîne biryara girtinê da ji bo me. Rewş hatiye vê astê. Endamtiya min a TGSê û Cemiyeta Rojnamegeran a Mêrsînê her şahidiyê û delîltiyê radixe ber çavan.
"Ji bo Adnan Bîlen ê 20 sal in Rojnamegeran dike dibêjin ‘ne rojnameger e.’ Ez bi dadgehek wiha keniyam. Pêkenok in. Di esasê xwe de ez dizanim ev biryar hemû eletewş in. Çimkî li holê sûcek nîne lê ferman heye. Ji bo vê fermanê pêk bînin çi ji destê wan hat kirin. Lê nizanin çi kirine. Ev tiştên qewimîn di dîroka Tirkiyê de cihê lanetê ye.
"Bifikirin bi mehan li telefonên me guhdar kirine. Qeyda tapeyek min hatiye girtin. Ew jî hevpeyvîna min a nûçeyê ye. Di vir de xwestin rojnamegeriyê bidarizînin. Me di her platformê de got em şopdarê û dengê heqîqetê ne û em mafê nûçeyên rastîn ê ku ji gel werin ragihandin diparêz in. Em ê vê rastiya xwe bidomînin. Em ê xwedî li rûmeta rojnamevaniya dixwazin binpê bikin derkevin û em ê her li ser pêya bin.
"Ez dizanim hûn jî her dem li gel me ne. Ji ber piştevaniya we, ez spasiya we dikim.” (HA/FD)
*Çavkanî: MA