Fotograf: irna
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îranê ji ber ku xwepêşandanê 1ê Gulanê şopandiye 3 sal cezayê girtîgehê daye Keywan Samîmî (72), Rêvebirê Karûbarên Nivîsan ê Kovara Îran-î Ferdayê û ceza wî destpêkiriye. Kovara Îran-î Ferda li Îranê weke kovareke nêzikî reformîstan tê zanîn.
Samîmîyî li Tehranê di 1ê Gulana 2019an Roja Cejna Karkeran de di dema şopandina cejnê de li pêş parlamentoyê tê desteserkirin û bi sûcê “ Tevlî civîna ne yasayî bûye, ji serokê welat re heqaret kiriye û tevlî çalakiyên rûxandina rejîmê bûye” hatibû girtin.
Komîteya Parastina Rojnamegeran(Committee to Protect Journalists / CPJ) banga serbest berdana Samîmîyî li rayedarên Îranê kiriye û jê xwestiye, dawî li cezayên kêfî yên li ser rojnamegeran bînin.
Şerîf Mansoûr, Kordînatorê Bernameya Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn ê CPJê destnîşan kiriye û gotiye, “ Di nava pêvajoya şewbekê de bi tohmetên bêbingeh girtina rojnamegerekî bi temen ne karê mirovahîyê ye. Ev jî mînakeka dine ya binpêkirina ewlehî û karên çapemeniyê ye li Îranê.
Mansoûrî bang li rayedarên Îranê kiriye û gotiye, “Keywan Samîmîyî demildest serbest berdin”(HA/AY/FD)