Wêne: Nacî Yavûz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê daxwaza tehliyekirina rojnameger Bariş Pehlivan û Hulya Kilinça ji OdaTvyê û nivîskarê rojnameya Yeniçagê Mûrat Agirelî bi sedema ku “wê delîlan tune bikin û birevin” qebûl nekiriye.
Endamekî Rêxistina Îstixbaratê ya Netewî (MIT) li Libyayê hatibû kuştin û rojnameger Pehlivan, Kilinç û Agirelî li ser kuştina wî û binaxkirina wî nûçe amade kiribûn. Bi hinceta ku nasnameya endamê MITê aşkere kirine, rojnameger hatibûn girtin.
34em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di biryara xwe de gotiye “Dema em wesif û naveroka tohmeta li Bariş Pehlivan, Hulya Kilinç û Murat Agirel, bersûcên girtî tê kirin, Raporên Lêkolînê yên Çavkaniyên Vekirî yên gumana sûcê xurt nîşan didin, nivîsên gilîkirinê yên Serokatiya Rêxistina Îstîxbaratê ya Netewî, delîlên berbiçav ên weke îfadeyên şahidan, ihtimala tunekirina delîlan, bazdan û xweveşartina bersûcan binirxînin, ew nêrîn derketiye holê ku wê bi tedbîra kontrola edlî, kontrola hiqûqî ya bibandor û têr neyê pêk neyê. Ji ber wê biyekdengî biryar ji bo her bersûcekî hatiye standin ku rewşa wan girtîtiyê dewam bike.”
Ersoz: Bila Dadgeha Destûrî demildest serlêdanan binirxîne
Hesiyîn Ersoz, parêzê rojnamegeran biryara dadgehê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye û bang li Dadgeha Destûrî kiriye. Ersozî gotiye ku bila Dadgeh serlêdanan demildest binirxîne.
Erol Onderoglû, Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) nûnerê Tirkiyeyê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî biryara dadgehê daye û gotiye ku “Bila hiqûqa dijminan bidawî bibe.” (HA/FD)