Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Rojnameger Varlik Ozmenekî di 77 saliya xwe de li Enqereyê koça dawî kiriye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) mirina Ozmenekî bi van gotinan aşkere kiriye: “Varlik Ozmenek, birayê me yê mezin, hempîşeyê me, endamê me yê Desteya Rêveber a Giştî yê salên 1980-1984an miriye ku ev demeke li Enqereyê dihate dermankirin. Em sersaxiyê ji malbata wî, xizmên wî, civaka ÇGDyê û nas û dostên wî re dixwazin.”
Ozmenek rexnegirê medyayê bû û demekê di çapemeniya kurdan de rojnameyên weke Demokrasî û Ulkede Gundemê de kar kiriye.
Derbarê Ozmenekî de
Di sala 1963yan de li kovara İmeceyê ya Enstituyên Gundan dest bi rojnamegeriyê kiriye. Dibistana Bilind a Rojnamegeriyê ya Akademiyên Zanistên Ticarî û Îktîsadî ya Enqereyê qedandiye. Yek ji avakarên Televizyona TRTyê bûye ku di sala 1967an de bi serpereştiya Mahmut Tali Ozgorenî destpê kiribû.
Di sala 1973yan de li Rojnameya Yenigunê kar kiriye. Paşê di rojnameyên weke Yeni Ortam, Hurriyet, Politika, Vatan, Gorev, Dunya, Şenola, Aydinlik, Demokrasi, Ulkede Gundem, kovarên weke İmece, 7 Gun, Yuruyuş, Adimlar, İlke ve Bilim ve Sanat, ajansên weke İSTA, THA, ANKA, radyoyên weke WDR, NOS, NPS, Sweden Radio Tv, pişka tirkî ya radyoyên Danimarka, Norwêc, Belçîka û Berlînê û Radyo Mozaîkê xebitî ye.
Di sala 1963yan de her weha bûye endamê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê û di heman demê de li 32 rêxistinên civaka sivîl kar kiriye. Pirtûkên wî yên weke Aha Yekîtiya Sovyetan, Medya Terorîzm û Şelandina Mezin nivîsandiye. (FD)