Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Teknolojiyên Zanînê û ya Ragihandinê (BTK), careke din malpera JinNewsê asteng kiriye.
Bi vê biryarê re BTKyê ji 25ê Îlona 2017an, roja ku JinNews hatiye avakirin heta niha cara 10an e biryara girtina malperê dide.
Beriya niha JinNews di 23yê Sibata 2020an de hatibû girtin.
Ajansê li ser malpera jinnews9.xyz-yê weşana xwe berdewam dikir. BTKyê li ser malperê ev zanyarî li ser wê hatiye weşandin:
“Li gorî qanûna hejmar 5651ê lêkolina teknîkî û nirxandina hiqûqî hatiye kirin û di encama biryara BTKyê ya 13/08/2020an de û hejmar 490.05.01.2020.-3580131ê tedbîra îdarî ji bo vê malperê (jinnews9.xyz) tê pêkanîn”
Derbarê JinNewsê de
25ê Îlonê ya 2017yê dest bi weşanê kir û bi Tirkî, Kurmancî, Zazakî, Erebî û Ingilîzî nûçeyan belav dikin.
Edîtor û nûçegîhanên jin li JinNewsê kar dikin û nûçeyan bi perspektîfa jinan çêdikin.
15 saziyên çapemeniyê di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016yê de di encama KHKyê ya hejmar 675ê de hatibûn girtin ku JINHA yekem ajansa nûçeyên jinan a Tirkiyeyê bû. Di meha Kanûna Pêşiyê ya 2016yê de bi heman armancê Rojnameya Şûjinê dest bi weşanê kiribû. Şûjin jî 25ê Tebaxê ya 2017yê bi KHKya hejmar 693yê hatibû girtin. (HA/FD)