Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Meydana Syntagmaya Atînayê paytexta Yewnanistanê dema polîs li kesekî didin û wî desteser dikin, rojnameger Çagdaş Kaplan û Berçem Mordenîz jî dîmenê tundkariya polîsan digirin. Ji ber girtina dîmenan polîs bi lêdan Kaplanî û Mordenîzê desteser dikin.
Herdu rojnameger li gel ku kartên xwe yên çapemeniyê yê navneteweyî nîşan didin jî polîs wan desteser dikin û dibine Qereqola Akropılîsê.
Kaplan, editöre rojnameya Yenî Yaşamê bang li saziyên azadiya çapemeniya navneteweyî kiriye û daxwaza parêzer kiriye.
Kaplanî weha gotiye, "Rê nedan şahidên tûndkariya polîsan têkevin qereqolê. Welatiyan xwestin şahidiyê bikin lê rê nedan."
Kaplanî diyarkiriye, Berçem Mordenîz nexweşa astimê ye û gotiye, " Dermanên Berçemê nadinê û heya avê jî nadinê"
Kaplanî destnîşan kiriye, li qereqolê derbarê Covîd-19ê de çi tedbir negirtine û gotiye, " Em bi 40 kesî re dimînin û îşkence bi me kirine."
Kaplan û Mordenîzê wê îro bişînin edlîye yê.(HA/AY)