İnfografik: Yağmur Karagöz/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê zextên li ser rojnameger û dezgehên çapemeniyê yên rexnegir zêdetir dibin. Hewldanên dixwazin baroyan perçe bikin û medyaya civakî bixin bin kontrola desthilatdarî û darazê dibe bihêle ku di warên azadiya çapemeniyê û yên weke wê de mafparêzî lawaz bibe.
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya Biayê ya Nîsan – Gulan – Hezîran 2020an dide xuyakirin ku di encama polîtîkayên şirîkatiya siyasî ya Sîstema Hikûmetê ya Serokomariyê de, azadiya medyayê li dij rihê Belgeya Stratejîk a Mafên Mirovan bi awayekî giran rastî zextan tê.
Rapor balê dikişîne ser wî tiştî ku ji saziyên divê medyayê birêkûpêk bikin û çavlirê ye adil bin Saziya Îlanan a Çapemeniyê cezayên giran li rojnameyên Evrensel, Cumhuriyet û BirGunê, Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) jî li Fox TV, Tele 1 û Halk Tvyê birîne. Rêxistinên rojnamegeriyê û mafparêzan gotin ku cezakirina van saziyan “wê bihêla rojnamegeriya rexnegir bidawî bibe.”
Gefa girtinê li rojnamegeran tê xwarin
Di vê demê de rêxistinên rojnamegeriyê yên netewî û navnetewî di 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ji bo Bariş Pehlivan, Muyesser Yildiz, Murat Agirel û Hulya Kilinç û gelek rojnamegerên girtî dengên xwe bilind kirin. Di vê demê de rapor nîşan dide ku ji ber Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK), Qanûna Dijterorê (TMK), Qanûna Derbarê MÎTê de, Qanûna Saziya Birêkûpekirin û Kontrolkirina Bankavaniyê (BDDK) û Qanûna Bazarên Serbest (SPK) 93 rojnameger li ser hev bi daxwaza 4 cara cezayê miebeta girankirî û 883.5 sal cezayê girtîgehê, 5 rojnameger jî li ser hev milyon û 260 hezar TL cezayê pereyan hatine dadgehkirin. Di dema raporê de gelek dozên rojnamegeran, ên bianetê jî ew dişopandin, hiştin piştî 15ê Hezîranê.
Di mehên Nîsan-Gulan-Hezîran 2020an de herî hindik du rojnameger hatine girtin. Mueyesser Yildiz, Midûra Nûçeyan a Enqereyê ya Odatvyê hîna jî girtî ye. Hakan Aygun di heman demê de hatiye tehliyekirin. Ji ber ku binaxkirina endamê Rêxistina Îstixbarata Netewî (MÎT) yê li Libyayê miribû kirine nûçe şeş rojnameger hatibûn girtin. Sê ji wan di civîna yekem a dadgehê de hatine tehliyekirin. Rojnameger bi “zanyariyên nepenî yên dewletê aşkere kirine” hatine tohmetkirin. Ev tişt jî dide xuyakirin ku di rejîmên otoriter de rojnameger bi hêsanî dikarin werin girtin û bi şertê kontrola edlî werin sînordarkirin.
Demê nîşan da ku rojnameger di dema koronavirusê de jî heke rexneyan li polîtîkayên ekonomiyê yên hikûmetê bikin û li dijî polîtîkayên derve yên weke midaxeleya Libyayê derkevin dibe werin girtin. Mevlut Oztaş, nûçegîhanê Ajansa Nûçayan a Cîhanê (CHA) bi nexweşiya pençeşêra pankreasê ye. Çalakiya medyaya civakî ya ji bo Oztaş were tehliyekirin hişt ku girtinên keyfî û şert û mercên gelek rojnamegerên kal û pîr an jî nexweş bê dîtin.
Ji bo ku li piştî şewba koronavirusê hejmara girtiyan ên li girtîgehên di bin rîskeke mezin de ne kêm bikin hin guhertin di qanûnê de hatin kirin. Lê ji ber ku Qanûna Dijterorê û Qanûna Derbarê MITê ji derveyî vê guhertinê hiştin, gelek rojnamegerên bi tohmeta “propagandaya rêxistina terorê kirine”, “alîkarî dane rêxistina terorê” û “endamtiya rêxistinê” hatine girtin, tehliye nebûn. Bi vê re jiyana gelek rojnamegeran xistin xetereyê ku digotin azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê binpê kirine.
Di desteserkirinan de da peyamnêrên herêmî dibin hedef
Serdema Nîsan û Gulana 2020an ku sê rojnameger hatin girtin û sê jî îfadeya wan hate stendin, derxist holê ku rola lêkolînerîya rojnamevanên herêmî, rayedar ewçend aciz kiriye ku ew bê teredut û bi awayekî kêfî wan digirin. Di vê heyamê da, Îsmaîl Dukel ji bo ku li ser daneyên politikaya derve ya Tirkîyeyê fikirî, ji Bursayê Yûsûf Kayişoglu ji bo ku têkoşîna siruştê şopand, ji Kocaelîyê Gokhan Karabulut jî ji bo ku polîtîkayên tendurustîyê yên derbarê koronavîrusê da rexne kir, hate girtin. Li Sakaryayê, li Emnîyêtê îfadeya sê rojnamevanan, bi îthama “heqaret”’ê, bi zorê hate stendin ku gazina parlementerê Sakaryayê yê AKPyê Alî Îhsan Yavûz ya bi navê “Çapemenî tiştên xweşik nanivîse” bi nivîsa “Axir tu heyî” dabûn.
Du êrîş, heft gef, êrîşên devkî li dijî rojnamevagerên jin kirine
Di heyama Nîsan-Gulan-Hezîrana 2020an de, du rojnamevan rastî êrîşên fîzîkî hatin û li heftan jî gef hatin xwarin. Vê heyamê, du rojnamevanên jin (Şîrîn Payzin û Nevşîn Mengu) rastî heqaretên zayendî û tacîza zayendî hatin û tev li quncnivîsarê rojnameya Yeniçagê Yavûz Selîm Demîrbag li du rojnamevanan gefên kuştinê hatin xwarin. Wezîrê karen navxweyî Suleyman Soylû, bi awayê devkî êrîşî Saygi Ozturk kir, herweha yekî êrîşa fîzîkî bir ser xwedîyê rojnameya Çagri Heberê û gerînendeyê giştî yê Çagri Radyoyê Ulvî Tanriverdî ku navenda wê li Menemena Îzmîrê ye û ew rakirin nexweşxaneyê.
Par heman heyamê herî kêm 10 rojnamevan rastî êrîşân hatibûn. Ev êrîş, pêvajoya piştî Bijartinên Herêmî yên 31ê Adara 2019an, bêtir li dijî wan kesan bûn ku parmendên Hevbendîya Komarê AKP û MHP rexne kirine. Di heman heyama 2018an da jî du rojnamevan û du buroyên çapemenîyê rastî êrîşan hatibûn, navendeka çapemenîyê jî bûbû hedef. Heft jê gefa kuştinê li 65 rojnamevan gef hatibûn xwarin.
Heqareta li Serokomarî: Di şeş salan da 61 rojnamevanan ceza xwariye
Xala 299. ya TCKyê, piştî ku Tebaxa 2014an Recep Tayyîp Erdogan bi serokkomarî hatiye bijartin bi berbelavî hatiye bikarînan, ev xal heta 1 Tîrmeha 2020an bû zemîn ku herî kêm 61 rojnamevan bi cezaya girtinê û cezaya girtin û pereyan ya texîrkirî bêne mehkûmkirin.
Nîsan-Gulan-Hezîrana 2020an şeş rojnamevan (Mustafa Hoş, Cem Şîmşek, Ozgur Paksoy, Ahmet Sever, Necla Demîr û Erk Acarer), ji ber dîtin û rexneyên di derheqê Erdoganê Serokkomar da hê jî bi îdîaya “Heqareta li Serokomarî” bi 28 salan tên darizandin.
Ji Dadgeha Qanûna Bingehîn cezaya “girtina kêfî” û “sansûr”ê
Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), di heyama Nîsan-Gulan-Hezîrana 2020an da biryar da ku girtina duyem ya rojnamevanekî, bipêkirina mafê azadî û ewlehîya kesan e û dewlet bi 30 hezar TL tezmînat ceza kir. Herweha, Dadgeha Qanûna Esasî, biryar da ku astengkirina malpera sendika.orgê ya bi tûmî, binpêkirina derbirin û çapemenîyê ye û rêvebirî mehkûmî 6 hezar TL tezmînat kiriye.Vê heyamê, rojnamevanekî bi îdîaya binpêkirina mafê azadî û ewlehîya şexsî û darizandina dadwer, bi awayekî şexsî serlêdan kir lê AYMyê biryar da ku ev yek bi rengekî eşkere bê bingeh e.
Par heman heyamê, AYMê ji bo serdana 13 jê rojnamevan 29 kesan û sazgeheka çapemenîyê li hev rûnişt. Biryar da ku ji ber “binpêkirina azadîya derbirinê”, sê rojnamevan 95 hezar û 207 TL tezmînat (tev li mesrefên dadgehê) bistîne. AYMyê biryar da ku 15 girtî jî bi giştî 7 hezar û 500 TLyî bistîne. Di vê heyamê da, yekûna cezayên tezmînatê ku AYMyê li dewletê birine gihîşt 102 hezar û 707 TLyan.
DMMEyê di mafên rojnamegeran de bêdeng e
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) di dema pandemiyê de lêkolînên xwe yên li ser dosyeyên girîng di domand. DMMEyê di sê mehên borî de di çarçoveya serlêdanên azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê de çi biryarek nedaye. Tekane biryara ku raya giştî pê dizane di mehên Kanûna Paşiyê û Adarê de dabû.
Di heman heyama sala par de jî DMMEyê di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê û derbarê dosyeyên rojnamegeran de çi biryarek nedabû. Di tevahiya sala 2019an de jî DMMEyê ji ber mafên xweîfadekirin û azadiya çapemeniyê ê 3 jê rojnameger 14 kesan hatiye binpêkirin, Tirkiye bi dayîna 66 hezar û 240 Euro (410 hezar û 672 Lireyê Tirk) mehkûm kiribû. DMMEyê ji bo serlêdana 2 rayedarên rojnameya Gundemê gotibû, ji ber “parastina tûndkariyê” mafê azadiya xweîfadekirinê nehatiye binpêkirin.
RTUKê 48 jê cezaya pereyan, 4 şiyarkirin û 29 bername dane rawestandin
Di mehên Nîsan, Gulan û Hezîrana 2020an de Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) ku piraniya wan endamê AKPê û MHPê ye ne ji ber cezayên pere û qedexekirina gelek weşanên kanalên televîzyonên bêalî û serbixwe ji ber gotinên Ebûbekir Şahîn, Serokê RTUKê, derxistina Diyalog TVya ku li Bakûrê Qibrisê weşanê dike ji TURKSATê û ji ber cot strandartiya lijneyê ya li beramber tûndkariyê di rojeva gengeşiyan de bû.
RTUKê di mehên Nîsan, Gulan û Hezîrana 2020an de ji ber nûçe û weşana bernameyan televîzyonan 48 jê cezaya pere, 4 şiyarkirin û 29 bername daye rawestandin. Ji bo bername û nûçeyên radyoya jî 4 pere 3 car jî cezaya rawestandina weşanê daye. Lijneyê bi giştî 5 mîlyon û 906 hezar û 326 Lîreyê Tirk ceza daye televîzyonan, 25 hezar û 35 Lîreyê Tirk jî daye radyoyan.
Di heman heyama sala par de 19 pere 19 jî cezaya rawestandina bernameyan daye televîzyonan û bi giştî 943 hezar û 787 LT ceza dane.
17 kes ji kar derxistine
7 nûçegîhan û 9 kameramanê CNN Turkê ji ber şewba Covîd-19ê di konteynira ku li parka wesayîtan hatibû danîn, kar dikirin. Ev kesana berê derxistin îznê û piştre ji kar avêtin. Dawî li bernameya bi navê“Bunu Ben De Söylerim” ya ku Îsmaîl Saymaz, rojnameger û nivîskar di Best FMê de birêve dibe, aniye.
Di heman heyama sala par de herî kêm 30 rojnameger, kuncik nivîs û karmendê karên nivîsan ji kar hatiye derxistin an jî neçar kirine dest ji kar bikşîne. Her weha rêvebiriya TRTê, 169 kedkar û karmendên bi ezmûn yên Radyo û Televizyonên Tirkiyeyê(TRT) weke “Karmendên Zêdeyî Îstîhdamê” ji Serokatiya Karmendên Dewletê re ragihandiye. (EO/İA/SA/AY/FD)