Fotograf: Hikmet Adal / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnamegeran binaxkirina karmendê Rêxistina Istixbarata Netewî (MIT) ê li Libyayê miribû kiribûn nûçe. Ji ber aşkerekirina nasnameya wî karmendê MİTê tên tohmetbarkirin.
Parêzeran ji bo serbest mayîna rojnameger Bariş Pehlîvan, Mûrat Agirel û Hulya Kilinçê serî li dadgehê dabûn. Lê bele dadgeha daxwaza wan qebûl nekiriye.
Li gorî nûçeya Can Ozçelîkî ji Rojnameya Sozcuyê daxwaza serbest berdana rojnamageran Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi piraniya dengan qebûl nekiriye.
Serokê dadgehê jî ji bo serbest mayîna rojnamegeran dengê erê bikaraniyê da ku rojnameger bên tehliyekirin.
Çi bûbû?
Rêvebir û Berpirsê Nûçeyên Odatviyê Bariş Tekoglû, Berpirsê Weşana Giştî ya Odatviyê Bariş Pehlîvan, Nûçegîhana Odatvyê Hulya Kilinç, Rêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Rêvebirê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser, nivîskarê Rojnameya Yenîçaxê hatibû girtin Mûrat Agirel, rojnameger Erk Acarer û Karmendê Ofîsa Çapemeniyê yê Şaredariya Akhîsara CHPyî E.E. ji ber ku ji ber nûçeya mirina karmendekî Rêxistina Îstîxbarata Netewî (MIT) li Lîbyayê hatibûn girtin.
Rojnameger bi îdiaya ku zanyariyên divê nehatine aşkerekirin weşandine li gorî Xala 329an a Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û Xala 27em a Qanûna MITê tên dadgehkirin û ji 7 salan heta 18 sahan cezayê girtîgehê dixwazin li wan bibirin.
24ê Hezîranê, di civîna yekem a dozê de 34em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryar dabû ku Bariş Terkoglû, Ferhat Çelîk û Aydin Keser bi şertê kontrole edlî tehliye bibin. Her çar kesên din nehatibûn berdan. (HA/AY/FD)