Fotograf: Pınar Gayıp /ETHA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamên Komisyona Jinan û Komisyona LGBTI+yan ên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) demeke berê kampanyeya komkirina pirtûkan a ji bo rojnamegerên jin ên girtî dabû dest pê kirin. Endamên komisyonan dest pê kirin ku pirtûkên hatine komkirin bişînin girtîgehan. Endamên her du komisyonan li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê kom bûne û li vir daxuyaniyek xwendine. Paşê jî pirtûkên ku kom kirine bi rêya parêzeran şandine girtîgehê.
Banû Tuna, Seroka Şaxa Stenbolê ya TGSê daxuyanî xwendiye û wiha gotiye: “Li Tirkiyeyê li ser hev 85 rojnameger girtîne. Li girtîgehên Bakirkoy, Sîlîvrî, Şakran, Sîncan, Tarsûs, Metrîs, Kandira, Elbîstan, Dîlok, Kutahya, Balikesîr û li çar aliyên welêt, hempîşeyên me girtîne û ji azadiya xwe hatine bêparkirin. Tê îdîakirin ku endamên rêxistinê ne, hewldane bi darê zorê pergala qanûna bingehîn biguherînin, heqaret li Serokkomarî kirine û gel ber bi îsyanê ve rakirine. Sadiye Eser, Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê ya di 3yê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê de hatiye girtin jî yek ji wan 85 hempîşeyên me ye û di piş va dîwaran de ye.”
‘Em ê pirtûkan bişînin Stenbol, Enqere û Îzmîrê”
Tûnayê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Li ku derê bêmafî hebûya, Sadiye li wê derê bû. Ev çalakî û daxuyaniyên şopandine, hemû di îdîanameya wê de weke sûc hatine dîtin. Dîsa stranên kurdî yên duhdar dikirin, kirine dosyeya wê. Sadiye, di parvekirina xwe ya medya civakî ya herî dawî de jî gotibû ‘Rojnamegertî ne sûce.’”
Tuna, xwestiye rojnamegerên girtî bên berdan û wiha dawî li axaftina xwe aniye: “Bi armanca piştevaniya bi girtiyan re, me dest bi kampanyaya komkirina pirtûkan kir. Em ê pirtûkên ku me kom kirin, ji hempişeyên xwe yên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê dimînin re bişînin. Heya ku hevalên me azad bibin em ê wan bi tenê nehêlin.” (EMK/FD)