Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pênc sal bûn ku ji bo Yekîtîya Ewropayê reform hatibûn sekinandin. Sala 2019ê Erdoganê serokkomar Stratejîya Reformên Dadwerîyê eşkere kiribû. Lê belê ji ber ku ti gavên welê neavêtin ku bawerî lê bê, nekarî ti kesan îqna bike.
Her çar raporên me yên ku me sala 2019ê weşandibûn nîşan didin ku bi qertên çapemenîyê, bi îlanên Saziya Îlanên Çapemenîyê, Qanûna Pîyaseya Sermayeyê û Qanûna Bankerîyê ji bo medyayê hewayeka tepeserkirinê hatiye çêkirin.
Rojnamegerên girtî
- Di sala borî de 39 rojnameger bi sûcên “endambûna rêxistinê” an jî “alîkarîya bizanînê ya ji bo rêxistinê” 222 sal û mehekê hatine mehkumkirin. Di sê mehên destpêkê yên sala 2019ê de bi tenê bi sûcê “alîkarîya ji bo rêxistinê” 25 rojnamegeran ceza standine.
- Di sala 2019ê de 33 rojnameger bi Qanûna Dij-Terorê hatine dadkirin Wan ji ber karên xwe yên rojnamegerîyê 63 sal û 11 meh cezayê girtinê standiye (15 sal û 5 meh cezayê paşdedayî bûne). 18 rojnameger jî piştî pêvajoya dadkirinê beraet kirine.
- Sala 2019ê hêzên ewlehiyê bi ser mala rojnamegerên rexneker de girtin, navê rojnamegerên rexneker ên li derveyî Tirkiyeyê li bûltenên sor hatine nivîsîn. Ji bo rojnamegerên girtî dernekevin bi sûcên dî dîsa têne girtin. Komek ji civatê difikirîn ku dema Rewşa Awarte li paş me jmaye û hinekan digot qey bi Stratejîya Reformên Dadwerîyê mizakereyên bi Yekîtîya Ewropayê re dê kûrtir bibe. Lê yên xwediyên wan fikran xelet derketin.
Sedemê desteserkirinê: Kêşeya Kurdan
- Di sala 2019ê de ya kêm 49 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine desteserkirin. 26 kes bi bûyerên bi Kêşeya Kurdan ve girêdayî hatine desteserkirin.
Êrîşên li rojnamegerên herêmî
- Par 26 rojnameger hatine hingavtin. Piraniya wan kesan hevkarên me yên li medyaya herêmî bûne ku wan AKP û MHP rexne kiribûn.
“Heqareta li Serokkomarî”
- Sala 2019ê guherînên di qanûnê de yên li ser “heqareta li serokkomaran” bû alaveka ji bo dadkirina rojnamegeran. Komîsyona Venedîkê xwest ku ev qanûn rabe, Dadgeha Qanûna Bingehîn meşrû dît û ev qanûn nehat guhertin. Desthilatê ji bo Dadgeha Bilind rêya temyîzkirinê vekir ev yek ji bo wê yekê hat kirin u perdeyekê dane ber çavan.
Di sala 2014ê de piştî ku Recep Tayyip Erdogan wek serokkomar hat hilbijartin, ji wê demê ve Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) 299. wek alaveka cezakirina wan kesên li dijî Erdoganî axivîn hatiye bikarînan. Ji wê demê ve 61 rojnameger bi vê qanûnê mehkum bûne.
- Sala 2019ê herî kêm 7 rojnamegeran bi vê qanûnê 3 sal 2 meh û 26 roj cezayê girtinê standiye. Di heman pêvajoyê de çar rojnamegeran jî beraet kiriye. Birêvebirê ÇGDyê yê Bursayê Ozan Kaplanoğlu û nivîskarê Yeniçağê Yavuz Selim Demirağ ketin girtîgehê.
Wek TCK û TMK ne bes be “tehdîda îlanan” di dewrê de ye
- Sala 2019ê hin şêweyên nû yên tehdîdkarîyê derketin. Bi cezayên qanûnî guvaşek tê kirin. Saziya Îlanên Çapemenîyê guvaşê dike.
- Di sala 2019ê de milyonek û 901 TL (Lîreyên Tirkan) ceza li şeş rojnameger û sê saziyên medyayê hatine birîn.
- 3 milyon û 30 hezar TL tehdîda ceayê tezmînata meinewî li 9 rojnamegeran hat kirin.
- Doza heqaretê li 8 rojnamegeran hatiye vekirin û wan beraet kiriye. Sê rojnamegeran jî salek û mehek cezayê girtinê standiye. Du rojnameger bi 30 hezar TL cezayê girtinê hatine mehkumkirin.
- Di sala 2019ê de 33 rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegerîyê hatine dadkirin. Rojnameger li ser hev bi 63 sal û 11 mehan hatine mehkumkirin. Ceyê girtina 15 sal û 5 mehan hatiye paşdedan. 18 rojnameger piştî ku hatîn dadkirin beraet kirine.
Dadgeha Qanûna Bingehîn: 191 TL ceza
Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye ku divê dewlet 191 hezar û 592 TL tezmînatê bide 43 kesan. Ji wan 43 kesan 21 kes rojnameger bûn.
Dadgeha Qanûna Bingehîn di pêvajoya Rewşa Awarte de, guh nedida bûyerên binpêkirina mafên rojnamegeran.
DMME: 66 hezar û 240 Euro tezmînat
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji ber binpêkirina mafên 14 mirovan Tirkiye mehkumê 66 hezar û 240 Avro (410 hezar û 672 TL) cezayê pereyî kiriye.
Dadgehê ji bo du birêvebirên Ozgur Gundemê jî biryar daye ku mafê wan ê xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.
Sansûra li ser Wikipedia û 586 nûçeyên malperan
- Digel biryara ji bo vekirina Wikipediayê ya Dadgeha Qanûna Bingehîn, Komîserîya Mafên Mirovan a Yekîtîya Ewropayê û rexneyên li Tirkiyeyê têne kirin birêvebiran hemîya sala 2019ê sansûra li ser Wikipediayê ranekir. Sansûra ji Nîsana 2017ê ve heyî sala 2019ê jî dewam kir. (15ê Kanûna Paşiyê ya 2020 sansûr hat rakirin.)
- Di sala 2019ê de bi akredîtasyonê sansûr li 9 rojnamegeran hatiye kirin. 586 nûçeyên malperan hatine qedexekirin. 20 pirtûk û 5 rojname hatine qedexekirin.
Çavên RTUKê li TVyan e
- Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan, RTUKê cezayê pereyî daye 57 TVyan û 24 bername dane sekinandin. Di vê salê de ji bo bernameyên radyoyan ceza nehatiye dayin. Li ser hev 4 milyon û 90 hezar û 999 TL ceza li TVyan hatiye birîn.
Ji ber sansûrê karê 190 rojnamegeran ji destê wan derketiye
Di sala borî de gelek rojnamegerên “ziman req” û “nayên rayê” yên di medyaya nêzîk û dûrî hikûmetê ji karê xwe bûne. Di sala 2019ê de bi hêceta “neliheviya digel nêrîna weşanê ya organa medyayê” hevpeymana 190 rojnamegeran hatiye betalkirin.
(EÖ/DB/MB)