Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Derketiye holê ku 3yem Dadgeha Silh û Cezayan a Enqereyê bişaşî biryara astengkirin û qedexekirina bianet.orgê daye.
Merîç Eyuboglû, parêzera bianetê îro di saetên êvarê de detayên dosyayê bi dest xistiye. Li gorî van detayan, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan roja 16ê Tîrmehê daxwaz kiriye ku bianet jî di nav de 136 malperên înternetê û hesabên medyaya civakî werin astengkirin.
Dadgehê jî heman rojê biryar derxistiye û navnîşanên navborî qedexe kiriye.
Lê di 17ê Tîrmehê de dîsa Fermandariya Giştî ya Cendermeyan ji dadgehê re diyar kiriye ku daxwaza ji bo bianetê bişaşî bûye.
Di nivîsa Fermandariya Giştî ya Cendermeyan de wiha hatiye nivîsandin:
“Me di 16.07.2019ê de serî li Dadweriya Silh û Cezayan a 3yem daye û di encamê de Dadweriya Silh û Cezayan a 3yem di 16.07.2019ê de bi hejmara 2019/5538ê re derbarê 136 naverokan de li gorî Xala 8/Ayê ya Qanûna hejmar 5651ê biryara astengkirinê standiye.
Navnîşana URLyê ya http://bianet.org/bianetê di lîsteyê de bişaşî hatiye nivîsandin ku di lîsteya serlêdanê de di rêza 14em de ye. Ji ber ku bi vî awayî wê hemû malper were qedexekirin, daxwaz tê kirin ku biryar bi paş de bê kişandin û li gorî Xala 8/Ayê ya Qanûna hejmar 5651ê biryara astengkirinê were sererastkirin…”
Dadgehê jî di 17ê Tîrmehê de ev biryar daye: “Li ser dosyayê lêkolîn hatiye kirin û di encamê de biryar hatiye girtin ku daxwaza Fermandariya Giştî ya Cendermeyan a Wezareta Navxweyî ya bi hejmar 3126989ê û di 17.09.2019ê de hatiye şandin, bê qebûlkirin û biryara astengkirinê ya di 16/07/2019ê de li gorî hejmar 2019/5538ê hatiye dayîn, bê rakirin.
Ji bo tiştê ku hewce dike pêk bînin, biryarê bişînin Yekîtiya Dabînkerên Ragihaniyê re bê şandin.”
Eyuboglû: Biryar nehatiye şandin
Parêzera bianetê Meriç Eyubogluyê wiha got:
“Biryara 3yem Dadweriya Silh û Cezayan ji bianetê re nehatiye şandin. Bi tesadufî haya me ji vê biryarê çêbû. Me duh yekser serî li dadgehê da û me fam kir ku di biryarê de şaşîtiyek nîne, ne weke berê ku tene ji bo nûçeyek an jî çend nûçeyan biryar hatiye standin, lê weke k udi biryarê de jî hatiye nivîsandin ku biryar ji bo hemû malperê ye.
Ji bo tevahiya fotokopiya dosyayê bi dest bixin û paşê jî itiraza xwe pêşkêş bikin me îro serî li dadgehê da.
Divê bi taybet ez bibêjim, dadgehê li pêşiya wan hevalên me yên parêzer gelek zehmetî derxistiye ku bi vê armancê çûne. Piştî libendêmana bi israr, me karîbû tevahiya fotokoiya dosyayê bi dest bixista. Baş bû me israr kir ku em ne tenê rûpelên têkildar, lê hemû fotokopiya dosyayê bi dest bixin.
Lewre me di encama vê de dît ku Fermandariya Giştî ya Cendermeyan serlêdaneke duyem kiriye û dadgehê jî biryareke din standiye.
Bi qasî ku tê dîtin, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan gotiye bianet bişaşî di lîsteyê de cih girtiye û xwestiye biryar bê sererastkirin.
Dadgeh jî bêyî lêkolîneke din bike, li gorî vê daxwazê tenê ji bo bianetê biryar daye û astengiya li ser wê rakiriye. Lê heke em weke di biryarê de hatiye gotin bibêjin, biryar “ji bo lînkên din wê berdewam be.”
Ev biryar jî weke biryara yekem, ji muxatabên wê re nehatiye şandin.
Weke ku min diyar kir, heke me tenê gilîname û fotokopiya derbarê bianetê de bistenda, me yê ferq nekira.
Ez bi taybet li ser vê disekinim ku dadgehê bi israr digot, “gelek kesan serî lê daye, em tenê dikarin fotokopiya rûpelên têkildar bidin.”
Li hêla din, serlêdana bêsedem a Fermandariya Giştî ya Cendermeyan a ji bo 135 navnîşanan û biryara sansura mezin ya bêsedem ya 3yem Dadweriya Silh û Cezayan a Enqereyê hîna li holê ye.
Helbet dibe ku biryara xirab, bêbingeh û neheq ji bo bianetê hatibe rakirin lê midaxeleya mezin û mezin a li ser mafê wergirtina nûçeyan, azadiya çapemeniyê, azadiya xweîfadekirinê û dijhiqûqiyê ji holê ranake. Divê ev biryar ji bo hemû navnîşanan bi paş de were kişandin û tevlî hemû encamên xwe ji holê were rakirin.”