Ji bo nûçeya tirkî / ingilizi bitikîne
Freedom House–ê rapora xwe ya salê ya derbarê azadiya çapemeniyê aşkere kiriye. Navenda Freedom House–ê li DYAyê ye û li cîhanê piştgiriya azadiya xweîfadekirinê dike û belavbûna demokrasiyê ji xwe re kiriye armanc.
Li gorî rapora saziyê, rewşa azadiya çapemeniyê li tevahiya cîhanê bi paş ve diçe. Her weha hatiye gotin, li cihên weke Tirkiyeyê yên ku zext û zorî lê heye, platformên medyaya alternatîv bêhtir balê dikişinin.
Rapor bi sernavê “Azadî û Medya – 2019” hatiye weşandin. Tirkiye îsal di mijara azadiya çapemeniyê de yek ji wan welatan e ku ezmûn serkeftî derbas nekiriye.
Êrîşên Trumpî metirsiyê çêdikin
Freedom House–ê gotiye ku serokên populîst ne tenê di sîstemên otorîter, her weha di sîstemên demokratîk de jî ji bo têkûzkirina desthilatdariya xwe, rojnamegeriya serbixwe diçewisînin û ji bo vê rê û rêbazên nû dibinin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji bo bêdengkirina rojnamegeran û piştgiriya saziyên alîgir, serî li rêbazên ekonomik, yasayî û dijyasayî didin.
Her weha hatiye diyarkirin ku êrîşên devkî yên Donald Trump, Serokê DYAyê û hedefgirtina wî ya azadiya çapemeniyê, metirsiyê çêdike.
Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê bi paş ve diçe
Di raporê de behsa rewşa Tirkiyeyê hatiye kirin û hatiye gotin ku, azadiya çapemeniyê li Tirkiye di demeke kurt de gelekî bi paş de çûye. Dîsa hatiye diyarkirin ku tenê yek ji çarê welatiyan dibêje baweriya wan bi çapemeniyê tê.
Raporê bal kişandiye ser platformên nû yên alternatîv û hatiyegotin ku ji ber çewisandinan rojnameger berê xwe didin platformên online û di encama vê de gelek platformên nû derketine holê. (HA/FD)