Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî aşkere kiriye ku di navbera 16 û 23yê Tîrmehê de lêkolîna 403 hesabên medyaya civakî hatiye kirin û lêpirsîn li 267 hesaban hatiye vekirin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê ya ku di malpera wê ya fermî de hatiye belavkirin, ji ber sedema ku “propagandaya rêxistina terorê kirine, pesnê van rêxistinan dane, têkiliya xwe ya bi van rêxistinan re aşkere kirine, kîn û nefret di nava gel de belav kirine, heqaret li pilebilindên dewletê kirine, qesta hevgirtina dewletê û ewlehiya giyana civakê kirine, gotinên nefretê bi kar anîne” lêkolîna wan hatiye kirin.
Wezaretê diyar kiribû ku di 26ê Sibatê de 845 kesên li ser medyaya civakî parvekirinên rexneyî yên li ser operasyona leşkerî ya Efrînê kiribûn û beşdarî çalakiyên bi heman armancê bûbûn, hatine desteserkirin. (AS/FD)