Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Ece Sevim Ozturk Berpirsa Giştî ya Weşanê ya malpera Çağdaş Sesê ji hêla Dadweriya Cezayê Silhê ya Yekem ve hatiye girtin.
Parêzerê wê Efkan Bolaçî gotibû, Ozturk bi tohmeta ku “bi zanebûn alîkariya rêxistina terorê” kiriye şandine ber dadweriyê.
Malpera Çağdaş Sesê jî aşkere kir ku Ozturk duh piştî derketiye pêşberî dadgehê, hatiye girtin.
13 rojan desteserkirî mabû
Ece Sevim Ozturk 8ê Hezîranê di saetên sibehê de hatibû desteserkirin. Paşê dema wê ya desteserkirinê hatibû dirêjkirin.
Piştî ku 13 rojan desteserkirî mabû Ozturk duh ji Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê şandibûn dozgeriyê. Piştî îfadeya wê li dozgeriyê hatibû standin, dozgerî xwestibû ku Ozturk bê girtin û ew şandibû dadgehê.
Bariş Yarkadaş û Sezgîn Tanrikûlû parlamenterên CHPyê ji bo piştgiriyê duh li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bûn.
Dadgehkirina Ozturkê ya li Dadweriya Cezayan a Silhê ya Yekem a Stenbolê duh li derdora 20.30 deqîqeyan bi dawî hatiye û dadweriyê bi tohmeta “endamtiya FETOyê” biryara girtinê ji bo Ozturkê derxistiye.
Ece Sevim Ozturk piştî vê biryarê şandine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. (AS/FD)